Encûmena Wezîran tekezî li cîbicîkirina rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya li ser budceyê dike

Hewlêr (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê piştevaniya rêkeftina navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal a li ser budceyê dike û ji fraksiyonên Kurdistanî daxwaz dike ku berevaniya mafên destûrî û heqên darayî yên Herêmê li nav projeyasaya budceyê bikin.

Îro Çarşemê 7ê Hezîranê, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Di beşa yekem a civînê de Serokwezîr ronahî xiste ser pêşhateyên herî dawî yên projeyasaya budceya Iraqê bo sala 2023-2025 û mijara hewlên destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di çarçoveya wê rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal de hatiye îmzekirin.

Encûmena Wezîran piştevaniya xwe ji bo rêkeftina navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal a li ser budceyê dûpat kiriye ku encama gotûbêjeke sift û li ser bingeha yasayî û zanistî û dadperwerane bû, loma dakokiyê li desteberkirina mafên destûrî û heqên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê dike.

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê daxwazê ji hemû fraksiyonên Kurdistanî yên li Parlamentoya Iraqê dike ku bi hevahengî û ji bo yekrêziyê, berevaniyê li mafên destûrî û heqên darayî yên Herêmê di nav projeyasaya budceya Iraqa Federal de bikin.

Di beşa duyem de Wezîrê Şarevanî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî raportek li ser dariştina koda bînasaziyê û nûkirina proseya rêdayîna bînakirin bi arasteya kontrolkirina şêwazê li jîngeha bînasaziyê û rêgirtina li binpêkirin û garantîkirina selametiya pêkhateyan.

Encûmena Wezîran bi boneya hilbijartina wek Serokomarê Tirkiyê û destbikarkirina kabîneya nû ya Tirkiyê, pîrozbahiyê li Recep Tayyip Erdogan û endamên kabîneya nû ya hikûmeta Tirkiyê dike û bi hêviya pêşveçûna pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê ye li ser bingeha cirantiya baş û berjewendiyên hevbeş.

87
67
876