Kiliçdaroglu çima biser neket û li pêşiya opozîsyonê çi heye?

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyê piştî ku opozîsyona vî welatî di hilbijartinan de serkeftineke bi dest nexist, partiya opozîsyonê ya sereke CHP ku serokşiya wê Kurdê Elewî yê Dêrsima Bakurê Kuridstanê Kemal kilicdaroglu dike, hewla guherînê tê dayîn. Şirovekar dibêjin, Kiliçdaroglu guherînên baş di CHPê de kirin, lê bi çend sedeman wenda kir. Şarezayên babetê jî dibêjin li pêşiya opozîsyonê proseyeke bi kêşe heye.

Kemal Kilicdaroglu ji sala 2010an ve ye serokê giştî yê partiya komarî ya Gel CHPê ye û di heman demê de serokê opozîsyonê ya sereke ya Tirkiyê ye. Kilicdaroglu piştî ku bû serokê giştî yê CHPê 3 hilbijartinên serokkomariyê, 5 hilbijartinên parementeriyê, 2 hilbijartinên şaredariyan û hilbijartineke referandumê çêbû. Di van hemû hilbijartinan de Kemal Kilicdaroglu ku serkêşiya muxalefeta Tirkiyê dike tenê di hilbijartinên 2019an yên şaredariyê de bi piştevaniya Kurdan 11 bajarên mezin di serî de Stenbol û Enqere ji partiya dehilatdar ak partiyê vergirtin. Di hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê yên serokkomarî û Parlementeriyê de jî dîsa dijî serokkomar Recep Tayîp Erdogan biser neket.

Bi boçûna şirovekarên siyasî Kiliçdaroglu di nava CHPê de guherînên girîng pêk anîne, lê bi çend sedemên sereke dijî deshilatê biser nakeve.

Şirovekarê Siyasî Hamza Aktan ji K24ê re got: “Kilicdaroglu CHP kiriya partyeke sosyal demokrat, hem nêzîkatiya partiyê ser meseleya Kurdan guheriye, demokrattire ez bawerim ev rewşa CHPê nêzîk de naguhere. Îmkanên vê zehmet in. Oppozisyon pêwîste medyayakî mezin ava bike ku bikaribe dengê xwe bigehîne rayagiştî. Û axaftinên xwe de polîtîkayên xwe de zelaliyekê êke û xurtî van polîtîkayane jî biparêze.”

Şarezayên li qadê rewşa CHPê û muxalefetê dişopnin jî dibêjin nebûna muxalefeteke bihêz ev bisalane ji Kemal Kilicdaroglu dide vendakirin û li pêşiya muxalefetê proseye bi kêşe heye.

Rojnamevan û şirovekara siyasî Yildiz Yazicioglu dibêje: “Bêgûman wisa xuya ye ku proseyeke bi êş li pêşiya muxalefetê heye. Ji ber ku li pêşiya hemû opozîsyonê proseye nûjenkirinê heye û di warê guherîna serokan de dê kêşe xwe bidin der. Kêşeya herî mezin jî din ava CHPê de dê xwe bide der ji be rku Kilicdaroglu her peyamê berdevamkirinê dide. Li gel vê yekê HDP û partiya îyî jî dê xwe biguherîne. Arişeyên mezin li pêşiya muxalefeta Tirkiyê hene".

CHP piştî kongreyên mezin yên bajaran di meha mijdarê de 38emîn Kongeraya xwe ya mezin lidar dixe. Di kongreye de dê serokek nû bê diyarkirin. Heta niha navê serokê şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu û parlementerê berê yê Stenbolê Gûrsel Tekîn bo serokatiyê derbas dibe. Bi egereke zêde Kemal Kilicdaroglu jî dê bibe namzed bo serokatiya CHPê.