Malbateke Kurd mezintirîn projeya geştiyariyê li li Rûsyayê ava dike

Mosko (K24) – Malbateke Kurd projeyeke mezin a avjenî û bêhnvedanê li ser asta Rûsyayê û Ewropayê, li ber çemê Moskoyê vedike.

Ev proje, beşek ji Girava Xewnan e û ji pênc hewzên melevaniyê pêk tê, ku ya herî mezin 1700 metre çargoşe ye. Tiştê ku vê projeyê ji yên din cuda dike, qada skîtî û lîstika avê û qadeke taybet ji bo lîstik û melevaniya zarokan e. Ev proje roja 12ê Hezîrana2023an, di Roja Rûsyayê de ji geştyar û mêvanan re hate vekirin.

Cezayên li ser Moskoyê, jiyan û kar ji bo sermayedaran dijwartir kiriye, lê ev malbata Kurd her tim di xema wê de ye ku çawa di qadên cihêreng ên Rûsyayê de amade be, vê carê jî bi vekirina hewza herî mezin a li Rûsya û Ewropayê, rekorek din tomar kir.

Xwediyê projeya Hewza Xewna û Rêveberê Koma Kompanyayên “Regions Group” Amîran Zelîmxan Mutsoyev ji K24ê re ragihand, ev proje yek ji mezintirîn projeyên Rûsya û Ewropayê ye.

Dream Beach Club hewzeke vekirî ye ku li kêleka çemê Moskoyê hatiye çêkirin. Germahiya avê 32 pile ye û ji bo her çar demsalan guncaw e. Bedewiya herêmê û taybetiyên hewzê, bala ziyaretvanan dikişîne.

Mosko yek ji paytextên herî xweş û navdar ên cîhanê ye, roj bi roj projeyên geştyarî yên giring û balkêş tên cîbicîkirin. Malbata Zelîmxan Mutsoyev di pêşketina bajêr de roleke mezin dilîze.