Helbestvan Ebdulsemed Mehmûd dîwana “Helwetsname” çap kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Helbestvanê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê Ebdulsemed Mehmûd dîwaneke din a helbestan ya bi navê “Helwestname” çap kir û li bajarê Qamişlo di merasîmekê de îmza kir.
Helbestvan Ebdulsemed Mehmûd dîwana “Helwestname” duhî bi beşdariya hejmarek ji nivîskar, rewşenbîr û hezkiriyên çand û wêjeyê kurdî li hola Barzaniyê Nemir a li bajarê Qamişlo îmza kir.
Derbarê vê berhema nû de, helbestvan Ebdulsemed Mehmûd ji K24ê re got: “Dîwana Helwestname berhema min a çarem e, ji weşana Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya ye û li çapxaneya Mîravê hatiye çapkirin.”
Diyar kir jî: “Dîwana min ji 3 beşan pêk tê. Helwestname ji 30, Newrozname ji 21 û Hewarname jî ji 10 helbestan pêk tê. Mijarên helbestan jî corecor in, evînî, welatparêzî, helwest û name ne.”
Helbestvan Ebdulsemed Mehmûd sala 1962an li gundê Xirbet Xezal ê ser bi Amûdê ve jidayîk bûye, heta niha çar dîwanên helbestan çap kirine, ji bilî weşandina gelek gotarên wêjeyî di kovar û rojnameyên kurdî de.
Ev jî helbestek ji dîwana Helwestname ye:
Hawara Me
Wa hevalê Can, fermo!
Were êşan bibîne
Rêka me bêçar e keko
Narîna me şîn e
Rêç û Rêbiwar bi rêbend in
Tev hatine girtin
Ava me bi hêsir e lo..!
Nanê me bi xwîn e
Destên xwe kûr, kûr berdane
Nav dil û hişê me
Sêgoş çirandin dest û nig
Hem jî bedena me
Guherîn nexşerê
Dizîn hemî şûnwarên me
Ka zû were jiyan
Bi xwe agir û rivîn e
Her yek xwe tenê dibîne
Yê din gunehbar e
Her yek zirta dişîne
Ku ew xwedî biryar e
Her yek bi pesin û fort e
Ku ew tenê diyar e
Em jî mane li wê rastê
Wa hey ji me nîn e
Roj bi roj em yeka, yeka
Kêm û hem qir dibin
Zevî û dexlê me
Beyar in, nema şîn dibin
Mal û mewdan û zeytûn
Wan ji qurm ve hildikin
Bi me ve were keko
Zû hewarê bişîne!