Duyemîn haleta nexweşiya taya xwînberbûnê li Koyê hat tomarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Duyemîn haleta nexweşiya taya xwînberbûnê li qezaya Koyê hat tomarkirin.

Cîgirê Rêveberê Giştî yê Tendirustiyê li Koyê Şêrwan Celal ji K24ê re ragihand, kesê pêketî, ciwanekî 19 salî ye û xelkê navenda bajarê Koyê ye.

Got jî: berî niha wî derman wergirtiye û niha li nexweşxaneyên Hewlêrê di bin çavdêrîya bijîşkî de ye ku testa wî li Bexdayê hatiye kirin.

Şîrwan Celal da zanîn, li mala wî nexweşî dewar nîn in, lê hat gotin ku di rojên cejnê de qurban kirine, tîmên me çûn lêkolînê li ser rastiya wê nûçeyê bikin, eger wiha be, test dê ji hemû endamên malbatê re were kirin.

Li navçeya Koyê ev duyemîn haleta nexweşiya taya xwînberbûnê ye û haleta yekem jî bi mirinê bi dawî bûye.