PAK: Em êrîşa li Teşkîlata Edeneyê ya HUDA-PARê hatîye kirin şermezar dikin

Sacît Pîşgîn
Sacît Pîşgîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa li hember serokatiya Edenê ya HUDA-PARê hatiye kirin, şermezar kir.

Daxuyaniya Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê:

Em êrîşa li Teşkîlata Edeneyê ya HUDA-PARê hatîye kirin şermezar dikin

Roja 21.07.2023yê hinek kesan bi kêran êrîşek birîye ser kesên ku li Teşkîlata Edeneyê ya HUDA-PARê (Partîya Doza Azad). Di encama vê êrîşê da, Serokê Teşkîlata Edeneyê ya HUDA-PARê Rêzdar Salih Demîr birîndar bûye, Sekreterê Teşkîlata Edeneyê ya HUDA-PARê Rêzdar Sacît Pîşgîn jîyana xwe ji dest daye.

Li gorî agahdarîyên heyî tedawîya Serokê Teşkîlata Edeneyê ya HUDA-PARê Rêzdar Salih Demîr berdewam e.

Herweha li gorî agahdarîya ku hatîye belav kirin yek ji êrîşkeran hetîye desteser kirin.

Em vê êrîşê şermezar dikin.

Divê faîlên vê êrîşê demildest bêne dîtin û divê ev êrîş bi hemû alîyên xwe ve bê rohnî kirin.

Rehma xwedê li rêzdar Sacît Pîşgîn be, cîhê wî biheşt be.Em sersaxîyê ji malbata rehmetî, ji hezkirîyên wî û ji hemû camîaya HUDA-PARê ra dixwazin.

Em şîfaya xêrê ji Rêzdar Salih Demîr ra dixwazin.