Tirkiye careke din hewla nêzîkbûna ligel Sûriyê dide

Tirkiye ku du hilbijartinên girîng derbas kirin niha hewl dide pêwendiyên xwe yên di asta navdewletî de baş bike.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Tirkiye ku du hilbijartinên girîng derbas kirin niha hewl dide pêwendiyên xwe yên di asta navdewletî de baş bike. Piştî Ewropa û welatên Kendavê niha careke din hewl dide bi Sûriyê re pêwendiyên xwe asayî bike. Pispor û şarezayên rewşê dişopînin dibêjin bêyî Rûsyayê û heta ku kêşeyên mezin çareser nebin nêzîkbûna Enqere û Şamê jî carê ne pêkan e.

Piştî hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê hikûmeta nû ya Tirkiye di her warî de hewl dide pêwendiyên xwe yên derve wek berê asayî bike. Tirkiyê ya ku bi serdana xwe ya bo welatên Kendavê li gel Qeter, Îmarat û Erebistana Siûdî di her waran de rêkeftinên berfireh îmze kir niha jî hewl dide êdî di asta serokan de li gel Sûriyê jî heyameke nû bide destpêkirin. Ji bo vê yekê jî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand ku ew amade ye li gel Esed jî rûne.

Pisporên rojhilata navîn ku rewşê dişopînin amaje dikin ku kêşeyên kûr yên navbera aliyan de nehatine çareserkirin, lê Enqere û Şam di çend mijaran de rêyên rêkeftinê digerin ku Erdogan û Esed bînin bal hev du.

Pisporê Rojhilata Navîn Oytun Orhan ji K24ê re ragihand: “Hebûna leşkerên Tirkiyê yên li Sûriyê, mijara YPG û HSD û bin kontrola Tirkiyê de 6 milyon penaberên Sûrî hene. Ev kêşeyên sereke yên navbera aliyan de ne. Her çiqas gav hatibin avêtin jî di van mijaran de heta demeke dirêj ne pêkane başbûnek çêbe. Lê belê ji bo ku bazirganiya navbera Enqere û Şamê de bê xurtkirin, deriyên sînoran bê vekirin û rêya M4 ya destê muxalîfan de bo bazirganiyê bê vekirin hevdîtin navbera Tirkiye û Suriyê de hene.”

Şarezayên babetê jî dibêjin bêyî Rûsyayê nêzîkbûna Tirkiye û Sûriyê zêde pêkan nîne û hewce ye Tirkiye pêşî dilê Rûsyayê xweş bike.

Balyoz û Cîgirê Sekreterê Giştî yê NATO yê Berê Huseyîn Dîrîoz ji K24ê re ragihand: “Asayîbûna pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê bêyî Rûsyayê ne pêkan e. Ji ber ku Rûsya piştevanê herî bihêz yê Sûriyê ye. Di demên dawî de di çend mijaran de Tirkiyê beramberî Rûsyayê helwest nîşan daye û Rûsya jî nerazîbûna xwe raberî Tirkiyê kiriye. Ber vê çendê asayîbûna pêwendiyên Enqere û Şamê bi dilxweşkirina Rûsyayê pêkan e. Di demeke nêzîk de ne bawer im ku Enqere û Şam di her warî de li hev bikin.”

Şerê navxweyî yê li Suriyê di sala 2011an de dest pê kiribû bibû sedema têkçûnên pêwendiyên Enqere û Şamê û biştî 11 salan di sala 2022an de gavên bo başbûna pêwendiyan hatibûn avêtin û heta niha di asta wezîrên berevanî û wezîrên karên derve de hevdîtin hatine kirin. Hewl tê dayîn ku demeke nêzîk de Erdogan û Esed jî bên bal hev du.