Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de bersiva Kurdistan24ê da

Amerîka daxwazê ji aliyên Herêma Kurdistanê dike, kêşeyên siyasî deynin aliyekî û ber bi hilbijartineke pak û azad ve biçin.

Washington (K24) – Amerîka daxwazê ji aliyên Herêma Kurdistanê dike, kêşeyên siyasî deynin aliyekî û ber bi hilbijartineke pak û azad ve biçin.

Li ser pirsa Kurdistan24ê ya derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, Wezareta Derve ya Amerîkayê tekez kir, piştevaniya hewlên Neteweyên Yekgirtî ji bo dabînkirina siberojeke baştir ji bo xelkê Herêma Kurdistanê dikin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar kir, ew piştevaniya şanderê Neteweyên Yekgirtî yê ji bo çareserkirina kêşeyên siyasî yên navbera aliyan û kêşeyên teknîkî yên Herêma Kurdistanê ji bo birêvebirina hilbijartinan dikin.

Her wiha destnîşan kir, çavê wan li wê yekê ye ku aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê pêngavên pêwîst bigrin ber xwe û berpirsyariya xwe bigrin stûyê xwe ji bo encamdana hilbijartinan li gor bingeha demokrasî û yasayên Herêma Kurdistanê û Destûra Iraqê.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, Serokatiya Herêma Kurdistanê ji aliyên siyasî re pêşniyar kiriye ku roja 25ê Sibata 2024an hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê werin encamdan.

Pêştir Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihandibû, li ser fermana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û bi mebesta wergirtina fikr û ramanan ji bo destnîşankirina roja nû ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, îro çarşemê 26ê Tîrmeha 2023an, şandeke bilind li Serokatiya Herêma Kurdistanê, bernameya rêze serdanên xwe ji bo partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dest pê kirine ku tê de fikr û ramanên partî û aliyan ji bo diyarkirina dema nû ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê wergirtine.