Geştên asmanî yên bajarên Bakurê Kurdistanê hatine kêmkirin

Li Diyarbekirê kêmbûna geştên asmanî bûye sedema bertekên karsaz û welatiyan. Karsaz û welatî dibêjin; ji ber kêmbûna geştên asmanî ew nikarin serdana bajarên wekî Antalya, Stenbol û Enqere bikin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê kêmbûna geştên asmanî bûye sedema bertekên karsaz û welatiyan. Karsaz û welatî dibêjin; ji ber kêmbûna geştên asmanî ew nikarin serdana bajarên wekî Antalya, Stenbol û Enqere bikin û dixwazin ku hejmara geştên asmanî bêne zêdekirin. Li gorî agahiyan; sedema kêmbûna geştên asmanî li Bakurê Kurdistanê gemaroyên li ser Rusyayê ne û hejmareke zêde ya balafirên Tirkiyeyê berê xwe dane Rusyayê.

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê ji salekê zêdetir e ku pirsgirêka geştên asmanî heye. Gelek caran siyasetmedar, karsaz û welatî vê pirsgirêkê tînin zimên lêbelê heta niha jî ev pirsgirêk nehatiye çareserkirin.

Li gorî daneyên fermî; di 30ê Hezîrana borî de 34 geştên asmanî ji Diyarbekirê, 18 ji Mêrdînê, 12 ji Batmanê û 22 ji Wanê hatine kirin. Li muqabilê vê di heman rojê de 145 geştên asmanî ji Trabzonê hatine kirin. Rayedarên Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Diyarbekirê dibêjin; ji daneyan jî diyar e ku ferq û cudahiyê têxin nav bajaran û didin zanîn ku herî zêde karsaz mexdûr dibin û ew nikarin di dema pêwîst de biçin Enqere an Stenbolê.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Diyarbekirê Mehmet Kaya ji K24ê re diyar kir: “Kêmbûna geştên asmanî pirsgirêkeke gelek mezin e lêbelê rayedarên Rêhewaya Tirkiyeyê derbarê vê pirsgirêkê de hîç tiştekê nabêjin. Karsaz û welatî gelek mexdûr dibin. Ev wekî astengiyeke li pêşiya geşepêdana herêmê ye. Bajarên me ji Anqere û Stenbol dûr in. Geştên me têne kêmkirin lêbelê geştên bajarên nêziktirî Enqere û Stenbol têne zêdekirin. Em jî dibêjin; heger rêhewaya Tirkiye geştên xwe kêm dike bila rê bide kompaniyên taybet da ku ew zêdetir geştan bikin. Vê jî nakin û pirsgirêk mezin dibe.”

Li gorî zanyariyên ku hatine bidestxistin, sedema kêmbûna geştên asmanî li bajarên Bakurê Kurdistanê, gemaroyên li ser Rûsyayê ne. Ji ber ku geştên asmanî ji Rûsya bo Ewropa rasterast nayên kirin, welatiyên rûsî bi balafirên Tirkiye pêşî tên Tirkiyeyê û ji Tirkiye diçin Ewropayê, ango zêdetir balafirên Tirkiyeyê bo bajarên Rûsyayê geştan pêk tînin.

Kêmbûna geştên asmanî welatî bêzar kirine. Welatî dibêjin; dema ku bilêtên balafiran peyda nakin neçar dibin ku zêdetir 20 demjimêran rêwitiyê bikin lê ji ber vê yekê jî lêçûnên wan zêdetir dibin.

Welatiyê bi navê Bekîr Arslan ji K24ê re diyar kir: “Bilêt peyda nabin. Em dixwazin biçin Antalya, Bursayê, Stenbolê lêbelê em bilêtan peyda nakin. Dema ku em bi trimbêlan diçin mesrefa me zêde dibe.  Mazot biha bûye. Geşta bi otobusan jî zehmet e. Rê dirêj e. Ji ber vê yekê em li bilêtên balafiran digerin lê peyda nabin.”

Di hefteyê de 12 balafir ji Diyarbekirê radibin û 120 balafir jî têne Diyarbekirê. Welatî dibêjin; ev hejmar du qat jî be dîsa jî têra rêwiyan nake û dixwazin geştên asmanî bêne zêdekirin.