SANA: Di êrîşeke Îsraîlê li ser Şamê de 4 leşker hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Îsraîlê bi mûşekan hin xalên din li derdora Şamê kirin armanc û jêderekî leşkerî yê sûrî jî dibêje, 4 leşker hatin kuştin.
Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê “SANA” li ser zarê jêderî leşkerî ragihand, Îsraîlê îro demjimêr 12:20 ji aliyê Golanê ve êrîşeke asmanî pêk anî û hin xalên li derdora Şamê kirin armanc.
Wî jêderî got jî, sîstema berevaniya asmanî ya Sûriyê rûbirûyî mûşekên Îsraîlê bû piraniya mûşekan xistin xwarê.
Got jî: Di encama êrîşê de 4 leşker hatin kuştin û 4 leşkerên din jî birîndar bûn û hin ziyan tenê madî çêbûn.
Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir, Îsraîlê derdora firokxaneya Şamê û devera Dîmas û Kiswê mûşekbaran kirin ku komgehên leşkerî û yên mîlîşyayên ser bi Îranê ve lê ne.
Rewangehê da zanî jî, di encama êrîşê de, 4 leşker û 2 kesên nasnameya wan nediyar hatine kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûne.
Li gorî zanyariyên Rewangehê, ji destpêka îsal ve, ev êrîşa 22emîn a Îsraîlê li baregehên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve ye ku tê de 59 leşker û çekdarên mîlîşyayan û 2 sivîl hatine kuştin û 61 kes jî birîndar bûne.