Matthew Miller: Amerîka piştevaniya Iraqeke seqamgîr dike

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand, di gotûbêja navbera şanda Iraq û Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê de herdu aliyan pabendbûna xwe ji bo berdewamiya rûbirûbûna DAIŞê li navçeyê dubare kirine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand, di gotûbêja navbera şanda Iraq û Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê de herdu aliyan pabendbûna xwe ji bo berdewamiya rûbirûbûna DAIŞê li navçeyê dubare kirine.

Matthew Miller di konferanseke rojnamevanî de diyar kir, divê hemû grûpên çekdar ên derveyî desthilata welat, di bin kontrol û fermana Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê de bin.

Miller eşkere kir: “Civîn û gotûbêja taybet bi hevahengiya asayîşê ya navbera Amerîka û Iraqê, bi amadebûna Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê, li Pentagonê birêve çû.”

Her wiha got: “Gotûbêj li ser hevahengiyên ewlehiyê yên Iraq û Amerîkayê di siberojê de bûn û em her du aliyan, me pabendiya xwe ji bo berdewamiya rûbirûbûna DAIŞê li navçeyê dubare kir.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje: “Amerîka piştevaniya Iraqeke seqamgîr, asayîş û serwer dike, ev jî berjewendiyên Amerîka û gelê Iraqê baştir dike.”

Pêştir Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl ragihandibû, şandeke bilind a Wezareta Berevaniyê ya Iraqê bi serokatiya Wezîrê Berevaniyê Sabît Mihemed Ebasî serdana Amerîkayê kiriye.