Wezareta Gencîne ya Amerîkayê siza bi ser hejmarek grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê de sepand

Ji ber binpêkirina mafên mirovan û derbederkirina welatiyên Kurd ên li Efrînê, Amerîkayê siza bi ser du grûpên çekdar ên li Sûriyê sepand.
Wezareta Gencîne ya Amerîkayê
Wezareta Gencîne ya Amerîkayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber binpêkirina mafên mirovan û derbederkirina welatiyên Kurd ên li Efrînê, Amerîkayê siza bi ser du grûpên çekdar ên li Sûriyê sepand.

Îro Pêncşemê 17ê Tebaxa 2023an, Wezareta Gencîne ya Amerîkayê ragihand, ji ber çewisandin û binpêkirina mafên mirovan û derbederkirina welatiyên Kurd ên li Efrînê, grûpên çekdar ên Lîwaya Suleyman Şah, Grûpa Hemzat û sê ji serkirdeyên wan grûpan û kompaniyeke yek ji wan serkirdeyan, xistin nav lîsteya sizayan.

Di daxuyaniya Wezareta Gencîne ya Amerîkayê de hatiye diyarkirin, Lîwaya Suleyman Şah nişteciyên Kurd ên Efrînê kirine armanc û çendîn binpêkirin li dijî mafên mirovan encam dane.

Wezaretê bal kişandiye ser wê yekê ku grûpên çekdar xelkê Kurd li Efrînê revandine û neçar kirine ku mal û milkê xwe bi cih bihêlin, an jî gelek pere ji bo azadkirina mal û milk û endamên malbata xwe bidin.

Behsa wê yekê jî hatiye kirin ku herêma Efrînê heta radeyeke bilind ji aliyê grûpên çekdar ve hatiye kontrolkirin, ku piraniya wan tundûtûjiyê bi kar tînin li hember xelkê. Van grûpên çekdar êş û janên xelkê zêde kirine ku ji ber çendîn salên şerê navxwe li bakurê Sûriyê dirust bûye û rêgirî li vejandina navçeyê kirine bi beşdarbûna binpêkirina cidî ya mafên mirovan li dijî nişteciyên herêmê.

Lîwa Suleyman Şah ku Muhemed Huseyn El Casim (Ebû Emşe) serokatiya gûrpê dike, grûpeke çekdar a opozîsyona Sûriyê ye û pêkhateyeke Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ye, ku li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, nişteciyên herêmê direvîne û dest datîne ser mal û milkên wan.

Grûpa Hemzat ku Seyf Bulad Bekir serokatiya wê dike, grûpe çekdar a opozîsyona Sûriyê ye, ku destê wan di revandin û dizîna mal û milkê xelkê û êşkencekirina welatiyên Efrînê de heye û ew kesên ku revandine, demeke dirêj bernadin û zindanî di dema zindanîkirinê de gelek caran li ser destê çekdarên Grûpa Hemzat êşkence dibînin.

Muhemed Huseyn El Casim (Ebû Emşe)
Muhemed Huseyn El Casim (Ebû Emşe), Serokê Lîwa Suleyman Şah 
Seyf Bulad Bekir Serokê Grûpa Hemzat
Seyf Bulad Bekir, Serokê Grûpa Hemzat