Li Minbicê 6 endamên rejîma Sûriyê hatin kuştin û birîndarkirin

Arşîv
Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama topbarna hêzên Tirkiyê li ser xaleke leşkerî ya rêjîma Sûriyê li gundewarê Minbicê de, 6 endamên rejîmê hatin kuştin û birîndarkirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, hêzên Tirkiyê îro xaleke leşkerî yên hêzên rêjîma Sûriyê li gundê Toxar ê li gundewarê Minbicê topbaran kir û di encamê de, 2 endamên hêzên rêjîma hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Da zanîn jî, birîndar ji bo dermankirinê ji bo nexweşxaneyê hatin birin. Tê payîn ku ji ber giraniya rewşa hin birîndaran, hejmara kuştiyên rejîmê zêdetir bibe.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, hevdem ligel topbaranê, droneke Tirkiyê li ser gundê Toxar difiriya.

Destnîşan kir jî, gundê Catê yê girêdayî herêmên di bin kontrola Encûmena Leşkerî ya Minbicê de jî, îro danê sibê ji aliyê hêzên ser bi Tirkiyê ve hat topbarankirin, lê ti zanyarî derbarê ziyanên canî de nîn in.