Îsraîl bi mûşekan êrîşî xalên leşkerî yên li nêzîkî firokxaneya Şamê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îsraîlê bi mûşekan hin xalên din li derdora Şamê kirin armanc û jêderekî leşkerî yê sûrî jî dibêje, leşkerek birîndar bûye.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê “SANA” li ser zarê jêderî leşkerî ragihand, Îsraîlê şeva borî demjimêr 23:05 ji aliyê Golanê ve êrîşeke asmanî pêk anî û hin xalên li derdora Şamê kirin armanc.

Wî jêderî got jî, sîstema berevaniya asmanî ya Sûriyê rûbirûyî mûşekên Îsraîlê bû piraniya mûşekan xistin xwarê.

Da zanîn jî: Di encama êrîşê de leşkerek birîndar bû û hin ziyan tenê madî çêbûn.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir, Îsraîlê 3 cih li derdora firokxaneya Şamê û devera Kiswê mûşekbaran kirin ku komgehên leşkerî û yên mîlîşyayên ser bi Îranê ve lê ne.

Rewangehê da zanî jî, di encama êrîşê de, 2 çekdarên ku nasnameya wan nediyar e hatine kuştin.

Ji destpêka krîza Sûriyê ve, her car Îsraîl êrîşî baregehên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve dike. Îsraîl Sûriyê tomebar dike ku ew rê dide hêzên ser bi Îranê ve ji nava Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bikin.