Wezîrê Derve yê Tirkiyê bi berpirsên Herêma Kurdistanê re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan îro berbangê gihîşt Hewlêrê û dê derbarê çend mijarên girêdayî Enqere û Hewlêrê de bi berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê re dest bi hevdîtinan bike.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan îro 24ê Tîrmeha 2023an berbangê bi serdaneke fermî gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve Sefîn Dizeyî, Şêwirmendê Serokê Herêmê Felah Mistefa û Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ve hat pêşwazîkirin.

Biryar e Hakan Fîdan di hevdîtinên xwe de, çend mijarên giring, ku di nava wan de pirsên ewlekarî û aboriyên yên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de gotûbêj bike.

Serdana Hakan Fîdan bo Herêma Kurdistanê û Iraqê, yekem car e piştî destbikarbûna wî wek Wezîrê Derve yê Tirkiyê.

Rojnamevanê navdar ê Tirkiyê Çetîn Çetîn derbarê serdana Hakan Fîdan ji K24ê re got: “Her çend e Hakan Fîdan wek Wezîrê Derve yê Tirkiyê yekem car e serdana Iraqê dike, lê ew pisporê siyaseta navxwe ya Iraqê ye.”

Herwiha got: “Heta ku pirsgirêka PKK’ê bimîne, dê pirsgirêk di têkiliyên Tirkiye-Iraqê de berdewam bin.”

Ev serdana Hakan piştî wê tê, duhî Çarşemê li Bexdayê Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd li Koşka Selamê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û şanda pê re kiribû.

Di civînê de jî herdu aliyan pêwendiyên dîrokî yên navbera herdu welatan gotûbêj kirin û tekezî li ser girîngiya karkirina ji bo bihêzkirin û pêşvebirin û berfirehkirina asoya hevkariyê di warên aborî, bazirganî, jîngehî û mijara av û enerjiyê de kirine, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên hevbeş ên gelên Iraq û Tirkiyê bike.