Li Iraqê 63 kesan ji ber taya xwînberbûnê canê xwe jidest dane

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî amaran, li Iraqê 501 kes bi nexweşiya taya xwînberbûne ketine û 63 kesan jî ji ber wê nexweşiyê canê xwe jidest dane.

Rêveberê Beşa Nexweşiyên Veguhez ya Wezareta Çandiniyê ya Iraqê Saîr Sebrî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, bi nêzîkbûna çileya Îmam Husên re, wan tedbîrên tund ên tenduristiyê girtine û ji bo rûbirûbûna taya xwînberbûnê, wan hemû serbirxane û cihên xwedîkirina ajel û mirîşkan li Kerbelayê di bin çavdêriyê de ne.

Saîr Sebrî got, hejmara pêketiyên xwînberbûnê li Iraqê gihîştiye 501 kesan, ji wan 63 kesan canê xwe jidest dane.

Li gorî Wezareta Tendirustiyê, parêzgeha Ziqar di rêzbenda yekem de ye, bi 123 pêketiyan û 12 haletên mirinê, li Bexdayê jî 80 haletên nexweşiya taya xwînberbûnê û 14 haletên mirinê hene.

Berî niha Berdevkê Wezareta Tendirustiyê Seyf Bedir ji ajansa nûçeyan a Iraqî re gotibû, rêjeya mirina bi taya xwînberbûnê li gorî standarda cîhanî, ji sedî 14 kêmtir e.