Hêzên ewlehiyê li taxên Kurdan ên Kerkûkê hatine bicihkirin

Hêzeke ewlehiyê ya mezin li taxên Kurdan ên Kerkûkê bicih bûye (Wêne: Dîlan Barzan - K24)
Hêzeke ewlehiyê ya mezin li taxên Kurdan ên Kerkûkê bicih bûye (Wêne: Dîlan Barzan - K24)

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên ewlehiyên li taxên Kurdan ên Kerkûkê hatine bicihkirin, astengiyê ji bo çûnûhatina welatiyan çêdikin û ji bo lêgerîn û girtina ciwanên Kurd ên beşdarî xwepêşandanê bûne dest bi operasyoneke girtinê kirine.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê ragihand, piştî aloziyên şeva borî di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderên Kurd de, hejmareke mezin ya hêzên ewlehiyê yên ji Dije-Teror, artêşa Iraqê û grûpên Heşdî Şeibî pêk tên, li taxên Kurdan bicih bûne.

Li gor peyamnêrê K24ê, hemû kolan û taxên Kurdistanî yên Kerkûkê bi taybet taxên Şoreş, Serçinar û Rehîm Awa ji aliyê hêzên ewlehî û leşkerî ve hatine dagîrkirin û ji bo çûnûhatina welatiyan astengiyan çêdikin.

Peyamnêrê me da zanîn, hêzên ewlehiyê yên Iraqê li nava taxên Kurdan yên bajarê Kerkûkê dest bi operasyoneke lêgerîn û girtina wan xortên Kurd ên ku şeva borî beşdarî xwepêşandanê bûbûn kirine û çend ciwan jî girtine.

Piştî ku alîgirên Heşdî Şeibî li dijî radestkirina baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji roja 28.08.2023an ve rêya Kerkûk-Hewlêrê girtine, welatiyên Kurd ên Kerkûkê duhî Şemiyê 2ê Îlonê nerazîbûna xwe di xwepêşandanekê de nîşan didin û daxwaza vekirina rê kirin.

Piştî xwepêşandana welatiyên Kurd ên li Kerkûkê ji bo vekirina rêya sereke ya di navbera Kerkûk û Hewlêrê de, kesên ku ji bo girtina rê kon vedabûn, cihê xwe vala kirin û rê di bin zextên xwepêşanderên Kurd ên li Kerkûkê de hate vekirin.

Di xwepêşandana Kerkûkê de jî, di encama gulebarana hêzên ewlehiyê de, duhî 4 kes şehîd bûn û 14 kes jî birîndar bûn. Herwiha bi dehan genc hatin binçavkirin. Tevî rakirina qedexeya çûnûhatinê, hejmareke mezin ya hêzên ewlekariyê li taxên Kurdan bicîh bûne.

Piştî peyamên Serok Barzanî, Serokê Herêmê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Iraqê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî şeva borî biryar da ku komîteyek ji bo lêkolînkirina sedemên şehîdbûn û birîndarbûna welatiyên Kerkûkê bê avakirin.