Hunermendê Sûrî Eymen Zîdan ji teqînekê rizgar bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku rûpelên medyaya civakî nûçeya birîndarbûna wî belav kirin, hunermendê Sûrî yê navdar Ayman Zîdan piştrast kir ku rewşa wî baş e.

Duhî Sêşemê, butleyên gazê di hundurê xwaringehek pizza ya li tenişta mala hunermend Eymen Zîdan ya li Şamê teqiyan, gelek çalakvanan jî belav kirin ku Eymen Zîdan birîndar bûye.

Eymen Zîdan li Facebooka xwe nivîsî: Hevalên min, butleyên gazê di xwaringeha pizza ya li tenişta mala min teqiyan. Ez baş im û zirarên min aborî ne.”

Ekterê Sûrî Eymen Zîndan sala 1956an li parêzgeha Şamê jidayik bûye û ji destpêka salên 80î yên sedsala borî de dest bi karê ekteriyê kiriye û beşdarî hejmarek mezin ji zincîreyên dramayê kiriye, herî zêde jî bi karakterê xwe “Mufîd El-Wehş” yê di rêzefîlma "Dawiya Mêrekî Mêrxas" de tê naskirin.