Rêkeftina destexwişkiya Hewlêr û Nashville bi fermî hat îmzekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Nashville yê Amerîka, rêkeftina destexwişkiya Hewlêr û Nashville ji aliyê Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw û Şaredarê Nashville John Cooper ve hat îmzekirin.

Îro 9ê Îlona 2023an, di merasîmekê de û bi amadebûna hejmarek ji kesayetiyên siyasî û revenda Kurdî, rêkeftina destexwişkiya Hewlêr û Nashville ji aliyê Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw û Şaredarê Nashville John Cooper ve hat îmzekirin.

Qaymeqamê Qezaya Navendî ya Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd ji K24ê re ragihand, îmzekirina vê rêkeftinê rojeke dîrokî ye, ku encama xebata zêdetir ji neh salan e. Ev peyman dê têkiliyên çandî, aborî, perwerdehî û tenduristiyê yên di navbera her du aliyan de pêşve bibe.

Nebez Ebdulhemîd got: “Di vê heyamê de şanda parêzgeha Hewlêrê li bajarê Neşvilê çendîn civînên girîng li wî bajarî pêk anîn, em li gel Odeya Bazirganî ya Nashville civiyan. Me serdana çend dibistanan jî kiriye û li gel çend endamên kongreyê jî hevdîtin kirine.”

Qaymeqamê Qezaya Navendî ya Hewlêrê destnîşan kir: “Ev destexwişkî nîşan dide ku Hewlêr çiqasî girîng e ji bo welatên din û ez hêvî dikim ku di paşerojê de ev têkilî dê zêdetir bipêş bikevin."

Ji aliyê xwe ve, Şaredarê Nashville John Cooper ji K24ê re ragihand: “Cihê kêfxweşiyê ye ku Kurd zêdetirî 50 sal in li vir in, ji ber wê jî em îro bi şanazî vê peymana destexwişktiyê radigihînin.”

Got jî: “Ev hevahengiya di navbera me de, dê bi rêya perwerde, çand û gelek tiştên din bibe pêşketina herdu bajaran.”

Roja 5ê Îlona 2023an parêzgarê Hewlêrê ligel şandekê gihîştibû bajarê Nashville yê Amerîkayê.

Li gor daxuyaniya parêzgariya Hewlêrê, armanca serdanê, pêşxistina pêwendiyan û îmzakirina peymana destxwişkiyê di navbera Hewlêr û Nashville de û pêkanîna çendîn hevdîtan ligel berpirsên payebilind ên wî welatî ye.”