Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê girtina terorîstekî mezin ê DAIŞê radigihîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, di operasyoneke taybet a Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê de, mîrekî rêxistina terorîst a DAIŞê hatiye girtin ku destê wî di hejmarek kiryarên teroristî de hebû.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê îro 16ê Îlonê di daxuyaniyekê de ragihand, li ser bingeha zanyariyên istixbaratî û komkirina zanyariyên rast, dezgehên Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di operasyoneke taybet de roja 6ê Îlona 2023an mîrekî rêxistina terorîst a DAIŞê yê bi navê (Zêdan Xelîfe Meter, ê baskirî bi navê Ebû Leyle) desteser kir ku mîrê kartê (Se'id Îbn Ebî Weqas li wîlayeta Dîcleyê) bû û li Çiyayê Qereçûx li ser erkê xwe bû.

Di daxuyaniyê de hat got: “Terorîstê girtî di sala 2014an de li devera Şirgat tevlî rêxistina terorîst a DAIŞê bû, piştre bû berpirsê mefrezeya hawanan û li eniyên Mexmûr û Qerecê beşdarî şerê li dijî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bû. Piştî rizgarkirina navçeyên ji destê DAIŞê di sala 2017an de, vê rêxistinê çend yekîne ava kirin ku navborî berpirsê yek ji wan li deverên Çiyayê Qereçoxê, Ebûşîta û Kuşaf bû, ji bo terorkirin û revandina welatiyên sivîl û berdana wan bi pereyan.