Şam: Asayîbûna pêwendiyên bi Enqerê re ne pêkan e, heta ku hêzên xwe venekişîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Alîkarê Wezîrê Derve yê Sûriyê tekez dike, bêyî vekişîna leşkerên Tirkiyê ji Sûriyê, asayîkirina pêwendiyên bi Enqerê re ne pêkan e.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Sûriyê Besam Sebax ji “Spotnik” re got: “Divê Tirkiye hêzên xwe yên leşkerî vekişîne. Helbet, em ê vekirî bin ku bi wan re gotûbêjan bikin, lê ev yek ligel mayîna wan nabe, ev dagirkeriyeke neyasayî ye û dê rê li ber hemû hewldanên derbarê vê yekê bigire.”

Sabax tekezî li ser wê yekê kir, ti cure têkilî û pêwendiyên wan bi Tirkiyê re tune ne.

Ev daxuyaniya Sebax piştî wê tê, roja Îna borî Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Yaşar Guler amadebûna Enqerê ji bo destpêkirina gotûbêjan ji bo asayîkirina pêwendiyên ligel Şamê piştrast kir, lê di heman demê de helwesta welatê xwe ya redkirina vekişîna ji bakurê Sûriyê dubare kir.

Guler di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: “Em her tim amade ne ku rûnin û diyalogê bikin, lê daxwazên aliyê Sûriyê ne tiştek e ku yekser were qebûlkirin.”

Ji sala 2011an, ji destpêka şerê li Sûriyê ve pêwendiyên Enqere û Şamê yên ku pêştir pir nêzîk bûn, têk çûn. Lê di van demên dawî de, her du alî behsa asayîkirina pêwendiyan dikin.

Di Berçileya sala borî de jî, Rûsyayê piştî 11 salan, mêvandariya yekem hevdîtinên di navbera Tirkiye û Sûriyê de li ser asta wezîrên berevaniyê kiribû.