Şandeke ENKSê bi Parêzgarê Hewlêrê re rewşa koçberên Rojavayê Kurdistanê gotûbêj dike

Civîna Parêzgarê Hewlêrê bi şanda ENKSê re / Wêne: Parêzgariya Hewlêrê
Civîna Parêzgarê Hewlêrê bi şanda ENKSê re / Wêne: Parêzgariya Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw îro 2ê Cotmehê pêşwazî li endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Ebdulhekîm Beşar û Îbrahîm Biro kir.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Hewlêrê, di civînê de guftûgo li rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê û pêşhatên Sûriyê hatin kirin, herwiha rewşa kampan bi giştî û kampa Dareşekranê bi taybetî û rewşa jiyana penaberên Rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Di civînê de, kar û projeyên ku ji bo kampên parêzgeha Hewlêrê hatine kirin û alîkarî û xizmetguzariyên ku pêwîst e bên kirin, hatin behskirin.”

Di vê derbarê de jî Parêzgarê Hewlêrê got: “Ji bo xizmetkirina penaberên Rojavayê Kurdistanê çi ji destê me bê, em ê bikin û rê nadin ti pirsgirêkek ji wan re derbikeve. Piştrast bin ew ê di desthilata me de be, xemsariyê tê de nakin.”

Di dawiyê de jî şanda mêvan spasiya Parêzgar û Parêzgeha Hewlêrê kirin, ji ber xizmetkirina koçber û penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ku li kampên parêzgeha Hewlêrê ne.