Asayiş: Di êrîşên Tirkiyê de 6 endamên asayişê û 2 sivîlan canê xwe jidest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) îro di daxuyaniyekê cih û navendên ku ji aliyê dronên Tirkiyê ve hatine bombebarkirin aşkere kirin û da zanîn, di encamê de 6 endamên asayişê û 2 sivîlan canê xwe jidest dane.
Di daxuyaniyê de hat gotin, ji îro 5’ê Cotmehê danê sibehê ve, dewleta Tirkiyê bi zêdetir ji 15 dronan êrîş kirine û gelek xal, binesazî, saziyên xizmetguzariyê, santrala gaz û petrolê kirine armanc. Di encamê de birîndar û qurbanî çêbûn.
Li gorî daxuyaniyê cih û navendên hatine bombebarankirin wiha ne:
- Du êrîşên asmanî li derdora kampa Waşo Kanî ya koçberên Serê Kaniyê li gundewarê Hesekê.
- Kargehek li gundê Muşeyrifet El-Hemma yê bakurê rojavayê Hesekê, di encamê de 3 sivîl birîndar bûn.
- Derdora Bendava Çilaxa.
- Li gundê Xerab Işkê yê başûrê rojhilatê Kobanî, li ser rêya navdewletî M4, motorsîkletek hat armanckirin û di encamê de 2 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan.
- Hin gundên Kobanî, Til Temir û Hesekê.
- Cihê depoyên petrolê li nêzîkî gundê Kirdaholê li başûrê rojavayê Tirbesipiyê.
- Stasyona petrolê li gundê El Qews ê ser bi Qamişlo ve.
- Deverek li derdora stasyona veguhestina avê li gundê El-Rekba li başûrê El-Temerê, ku di encamê de ziyanên madî çêbûn.
- Gundê Til Hebeş ê dikeve başûrê Amûdê ku di encamê de 6 endamên Asayîşa Hundirîn canê xwe jidest dan.