Amerîka du hezar serbazan dişîne Rojhelata Navîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîka radigehîne ku dê du hezar serbazan bişîne Rojhelata Navîn, herwesa dê dema mana keştiya balafirhelgir jî li deverê dirêj bike.

Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê ragehand, Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê, LIyod Austin, ferman daye ku amadekarî ji bo şandina du hezar serbazên Amerîkayî bên kirin ji bo bersivdana girjiyên Rojhelata Navîn.

Amaje da wê yekê jî ku Austin li ser dirêjkirina dema mana keştiya balafirhelgir Geral Fordê li deverê razî bûye, di demekê de ku bidawîhatina dema karkirinê ya wê keştiyê li deverê nêzîk bûye.

Rojnameya The Wall Street Journal jî li roja Duşemê ji zarê berpirsên bergiriyê yên Amerîkayê belav kiriye, “îmkana şandina du hezar serbazên Amerîkayî ji bo piştevanîkirina Israîlê heye”.