Heseke.. 2 şervanên HSDê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin kuştin

Şervanên HSDê
Şervanên HSDê

Navenda Nûçeyan (K24) – Du şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li başûrê Hesekê di êrîşeke çekdarên DAIŞê de hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan îro 21ê Cotmehê belav kir, çekdarên DAIŞê li gundê Şêx hemed ê li başûrê Hesekê êrîşî otomobîleke HSDê ya karên lojisîtîk kirin û di encamê de, 2 şervanên HSDê hatin kuştin.

Li gorî zanyariyên Rewangejê, çekdarên DAIŞê otomobîla HSDê şewitandin û ber bi cihekî nediyar ve reviyan.

Heta niha ti daxuyanî ji aliyê HSDê ve li ser vê êrîşê nehatiye dayîn.

Piştî kontrolkirina bajarokê Baxozê li rojavayê Dêrazorê di Adara 2019an de, HSDê ragihand, tevî ku ciyografiyek diyar di destê DAIŞê de nema jî, lê operasyonên wan bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, dê li dijî şaneyên DAIŞê berdewam bin.

HSDê 16′ê Cotmehê jî di daxuyaniyekê de ragihand, yekîneyên Antî Teror bi hevkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî du operasyon li bajarokê Şihêl ê li başûrê Dêrazorê kirin, di encama operasyonan de jî, 4 çekdarên DAIŞê hatin girtin.