Ala Kurdistanê li şaredariya Lambeth a Londonê tê bilindkirin û peykerê Omer Xawer jî tê danîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Ala Kurdistanê li Şaredariya Lambeth a Londonê tê bilindkirin û perde li peykerê Omer Xawer tê rakirin. 

Parêzgarê Şaredariya Lambethê Serbaz Berzencî ji K24ê re got, ev merasîma bilindkirina ala Kurdistanê û danîna peykerê Omer Xawer bi hemahengiya ligel nûneratiya hikûmeta Herêma Kurdistanê tê lidarxistin.

Da zanîn jî, tiştê ku wan kiriye, mijareke sembolîk e, bi taybetî ji bo şehîdên kîmyabarana Helebceyê û hewldanek ji bo zêdetir pêşdebirina dosyeya kîmyabarana Helebceyê ye. 

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Londonê Karwan Celal ji K24ê re ragihand, danîna peykerê Omer Xawer ku sembola kîmyabarana Helebce ye, hewlek e ji bo zêdetir nasandina doza Kurd û qurbaniyên komkujiya Helebceyê ye.

Karwan Celal destnîşan kir jî, ew peyker ji aliyê peykersazekî Kurd li Kurdistanê hatiye çêkirin û piştre bo şaredariya Lambeth hatiye veguhestin.

Da zanîn jî, Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê pêwendiyeke wan a dîrokî heye û bi riya vê civakê, gelê Brîtanyayê dikare zêdetir Kurd û qurbaniyên wan nas bike.