Ozgur Ozel bû Serokê Giştî yê CHPê

Ozgur Ozel
Ozgur Ozel

Navenda Nûçeyan (K24) – Kemal Kiliçdaroglu di kongreya CHPê de şikest û Ozgur Ozel bû Serokê nû yê Partiya Gel a Komarê (CHP).

Kongreya 38emîn a Asayî ya CHPê li Enqereyê lidar dikeve û di roja yekemîn a kongreyê de 1367 endamên kongreyê serokê nû yê CHPê, rêveberiya nû ya partiyê hilbijartin.

Di gera duyem a dengdanê de, Ozgur Ozel 812 deng ji koma 1366 wergirtin û bû Serokê nû yê CHPê. Serokê berê Kemal Kiliçdarogluj î, 536 deng bidest xistin.

Kiliçdaroglu 13 sal in Serokatiya CHPê dikir. Di hilbijartina borî de namzedê Serokomariya Tirkiyeyê bû, lê serneketibû. Wê encamê nerazîbûnên tund li dijî wî di nava CHPê de zêdetir kiribû.

Ozgur Ozel piştî ku biser ket axaftina sipasiyê kir û got, ew ê xem û dilgiraniyên di sedsala yekemîn a Tirkiyeyê de peyda bûbûn, dê di sedsala duyemîn de qerebo bikin. 

Ozel (49 salî) Fakulteya Dermansaziyê ya Zanîngeha Egeyê xwendiye, parlamenterê Manîsayê û Serokê Koma CHPê li Parlamentoyê bû û ji sala 2011an û vir ve jî parlementer e.

CHP partiya herî kevnar a Tirkiyeyê ye û di dîroka xwe ya 100 salan de heta niha heft kesan Serokatiya CHPyê kirine. Kemal Kilicdaroglu ji sala 2010an ve ye serokê giştî yê wê partiyê bû.