PDK û YNK tekeziyê li ser hevahengî û hevkariya ji bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – PDK û YNKê piştî civîna xwe ragihandin, “Her du aliyan tekezî li ser hevahengî û hevkarî û pêwîstiya komkirina hêz û karîna hemû aliyên siyasî ji bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê. û danîna stratejiyek hevpar kirin.”

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro 07.11.2023, li baregaha Polîtburoya PDKê li Pîrmamê ya ser bi Hewlêrê civiyan û piştî civînê daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniya hevpar de hat gotin: “Di hevdîtinê de, rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê bi taybetî û rewşa hestiyar a navçeyê bi giştî hate gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekezî li ser hevahengî û hevkarî û pêwîstiya komkirina hêz û karîna hemû aliyên siyasî ji bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê û danîna stratejiyek hevpar kirin, ku li gorî rewşa bûyer û guhertinên vê qonaxê be.

Her du alî hevnêrîn bûn li ser bihêzkirina xalên hevbeş û çareserkirina kêşeyan di çarçoveya berjewendiyên netewî yên Kurdistanê de.

Di mijareke din a civînê de, tekezî li ser piştevanîkirina pêngavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina mafên darayî û mûçeyên Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûra hertimî ya Iraqê de, kirin.

Di dawiyê de jî biryar hat dayîn ku civînan berdewam bikin û ji bo vê yekê jî mîkanîzmeke guncaw hat diyarkirin. Hêjayî gotinê ye ku civîn di atmosfereke aram û erênî de birêve çû.”