Hizbullaha Libnanî 1500 çekdarên xwe ji Sûriyê vekişandine nêzîkî sînorê Îsraîlê

Navenda Nûçeyan (K24) – Hizbullaha Libnanî ji 7ê Cotmehê ve, 1500 çekdarên xwe ji Sûriyê vekişandine û li ser sînorê Îsraîlê bicih kirine.

Li gorî medyaya Libnanî, Hizbullaha Libnanî ji destpêkê şerê Hemas û Îsraîlê, zêdetir ji 1500 çekdarên xwe ji Sûriyê vekişandine û şandine nêzîkî sînorê bi Îsraîlê re.

Medyaya Libnanî amaje bi wê kirin, çekdarên Hizbullahê yên ku ji Sûriyê vekişiyane, bi artêşa Sûriyê re li parêzgehên Idlib, Hums û Helebê şer kirine.

Ev biryara Hizbullahê, piştî pevçûnên di navbera endamên wê û artêşa Îsraîlê li ser sînorê başûrê Libnanê ji 8ê Cotmeha borî ve hat.

Li gorî medyaya Libnanê, komên alîgirên Îranê yên weke lîwayên Fatimiyûn û Baqir yên Efxanî, dê li Sûriyê şûna çekdarên Hizbullahê bigirin.

Îsraîl Hizbullaha Libnanî wek hevalbendê Hamasê dizane, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî hişyarî dabû Hizbullahê ku şerê Îsraîlê neke, ji ber ku dê “bi vî awayî şaştiya xwe ya herî mezin bike.”

Roja 7ê Cotmehê Tevgera Hemasê êrîşî ser Îsraîlê kir, hejmarek ji Îsraîliyan kuştin û hejmarek jî wek dîl revandin, piştre jî Îsraîlê dest bi êrîşeke dijwar li ser Xezzeyê kir.

Heta niha hejmara kuştiyên Xezzeyê 10 hezar derbas kiriye, 1400 Îsraîlî hatine kuştin û bi dehhezaran jî ji herdu aliyan birîndar û winda bûne.