Amerîka haydariyê dide Israîlê

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameya Axiosê parve kiriye ku Amerîkayê li ser metirsiyên berfirehkirina êrîşên çekdarî yên Hizbulahê li sinorên Libnanê haydarî daye Israîlê.

Wê rojnameyê ragehand ku Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê LIyod Austin di peywendiyeke tilefonî de haydarî li ser berdewamiya çekî û livînên hêzên çekdarên Hizbulahê li sinorên Libnanê daye Wezîrê Bergiriyê yê Israîlê Yoav Gallant.

Amaje daye wê yekê jî ku îdareya Serokê Amerîkayê Joe Biden hest bi tirsê dike ji ber ku, bi bawera Neteweyên Yekgirtî û welatên din jî, Israîl bizavê bike Hizbulahê bikêşe nav şerî, ji bo ku şer berfireh bibe û bigehe Libnanê jî. Ev jî dibe sedema serhildana şerekî herêmî.

Li dû zanyarên wê rojnameyê, herwesa Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê daxwaz ji Wezîrê Bergiriyê yê Israîlê kiriye ku xwe ji şerê tevalî bi Hizbulahê re dûr bike.

Li 7ê Cotmeha 2023ê şer di navbera Bizava Hemasê û Israîlê de çê bû. Li destpêkê balê serbazî yê Bizava Hemasê ya Filistînî li Xezzeyê zêdetirî pênc hezar moşekan avêtin deverên li bin desthilata Israîlê û deverên ku Cihû lê dimînin û têla sinorî ya navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan jî birî. Li beranberî wê yekê, artêşa Israîlê jî wekî bersivek rojane êrîşên asmanî û bejahî dike ser Kertê Xezzeyê.