Peyama Helbûsî piştî biryara Dadgeha Federal

Mihemed Helbûsî / Wêne: Şivan Cebarî
Mihemed Helbûsî / Wêne: Şivan Cebarî

Bexda (K24) – Piştî dûrxistina wî ji postê Serokatiya Perlemana Îraqê, Mihemed Helbûsî di kongireyekî rojnamevanî de ragehand: Dadgeha Bilind a Federalî rêkarên qanûnî û destûrî li ber çav wernegirtine.

Herwesa got: Li dû madeya 49ê ya destûrî û li dû qanûna hilbijartinan, biryara Dadgeha Federal ne qanûnî ye. Em li ser wê yekê rijd in ku hemî alî pabendî destûrî bin.

Helbûsî ragehand: Li gor destûr û qanûna hilbijartinan, tenê Serokê Perlemanê dikare endametiya perlemantaran bidawî bîne. Herwesa tenê Dadgeha Dadwerî dikare ji bo tawanên cuda cuda biryarê li ser perlemantaran bide.

Herwesa berçav kir: Tenê li dû madeya 52ê ya destûrî, Dadgeha Bilind a Federal dikare lêkolînê bike, ew jî li ser rastî û duristiya endametiya perlemantaran.

Helbûsî got: Biryara Dadgeha Federal ji bo pejirandina destberdana Leys Dilêmî ji karî jî xelet bû ji ber ku ew desthilat nîne.

Herwesa got: Ger qanûn serwer nebe, civak dê ber bi keftinê biçe.

Di pareke din a gotinên xwe de, Helbûsî got: Skalaya Xeşan di derheqa piştevanîkirina kompaniyên Amerîkayî de ku “ji bin ve bi ser Israîlê ve ne” qet ne rast e û peywendî bi me ve nîne. Dadgeha Federal bi merem skalaya Xeşan û ya Dilêmî tevlihev kirine. Dadgeha Federal tenê dikarî biryar daba ku destberdana Dilêmî rast e an na.

Helbûsî tekez kir: Ez ji bo xizmetkirinê hatime nav siyasetê û dê berdewam jî bim.

Doh roja Sêşemê, 14ê Mijdara 2023ê, Dadgeha Federal biryara bidawîanîna endametiya Mihemed Helbûsî û Leys Dilêmî li Perlemana Îraqê da û Helbûsî yekser ji postê Serokatiya Perlemana Îraqê hat dûrxistin.

Helbûsî ji sala 2018ê were Serokê Perlemana Îraqê ye, herwesa Serokê Partiya Teqedumê jî ye. Pêştir jî, li 29ê Tebaxa 2023ê, Civata Parêzgeha Enbarê bi piraniya dengan Helbûsî kiribû parêzger.