Erdogan: Ji ber operasyona Îsraîlê, tiştek ji Xezzeyê nemaye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyeyê dibêje, heta niha 13 hezar Filistînî hatine kuştin, Ji ber operasyona Îsraîlê, tiştek ji Xezzeyê nemaye.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan duhî serdana Almanya kir û piştî hevdîtina li gel Serokomarê Almanya, bi Şêwirmendê Almanya Olaf Sholz re civiya.

Erdogan, rexne li welatên Ewropa û Amerîka girt ku dadperwerane nêzîkî şerê navbera Îsraîl û Hemasê nabin, alîgiriya Îsraîlê dikin û dijî Filistînê helwesta digrin.

Erdogan got: “Behsa bûyera 7 Cotmehê dikin, lê hîç behsa piştî vê nakin. Heta niha 13 hezarê zêdetir jin û zarok û sivîl li Xezzeyê hatine kuştin û Xezze hatiye wêrankirin. Ji ber operasyona Îsraîlê, tiştek ji Xezzeyê nemaye.”

Bal kişande ser wê yekê, eger Tirkiye û Almanya bi hev re agirbesteke mirovî pêk bînin, dê herêmê ji zengila agirê dorpêçkirî rizgar bikin.

Erdogan diyar kir, “Çareserî avakirina dewleta Filîstînê li ser nexşeya 1967 e.” Herwiha tekez kir jî, armanca wan hemûyan pêkanîna agirbestê û gihandina alîkariyên mirovî bê astengî ye.