Ji nîvê Cotmehê ve 73 êrîş li dijî hêzên Amerîkî li Iraq û Sûriyeyê hatine kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsekî Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ragihand, ji 17ê Cotmehê ve hêzên wan yên li Sûriye û Iraqê, 73 caran rastî êrişan hatine.

Wî berpirsî ku navê xwe aşkere nekiriye duhî 24ê Mijdarê ji “Fox News” re diyar kir, hêzên Amerîkî li Sûriyeyê 37 caran û li Iraqê jî 36 caran rastî êrîşên bi mûşek û dronan hatin.

Cîgira Berdevka Wezareta Berevaniya Amerîkayê Sabrina Singh jî Sêşema borî gortibû, hêzên wan li Iraq û Sûriyeyê 66 caran rastî êrîşan hatine.

Singh piştrast kir, di encama wan êrîşan de 62 leşkerên Amerîkî li Iraq û Sûriyeyê birîndar bûne.

Di çend rojên borî de, piştî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de, êrîşên li ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriye û Iraqê zêde bûne.

Li Iraqê 2500 û li Sûriyeyê jî 900 leşkerên Amerîkayê hene. Ji nîvê meha Cotmehê ve jî, 73 êrîş li dijî hêzên Amerîkî û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li wan her du welatan hatine kirin.

Li hember vê yekê, Amerîka çendîn caran milîsên alîgirên Îranê li Iraq û Sûriyeyê bombebaran kirine. Fermandariya Navendî ya Amerîkayê jî roja 22ê Mijdarê du baregehên milîsan li Iraqê bombebaran kiribûn.

Piştre jî Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî ev êrîşên Amerîkayê yên li ser milîsan şermezar kir û got, ev binpêkirina serweriya Iraqê ye û hewla têkdana ewlehî û aramiyê ye.”