Amerîkayê hevpeymaniyeka navdewletî ji bo berhingarbûna êrîşên Hûsiyan pêk anî

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîkayê pêkanîna hevpeymaniyeka navdewletî ji bo rûbirûbûna êrîşên Hûsiyan li deryaya Sor li jêr navê “Pêşengiya Ewlehiya Pirneteweyî” ragehand, ew hevpeymanî 10 welatan vedigire, ku yek ji wan welatekê Erebî ye.

Di beyannameyeka Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê LIyod Austin de hatiye, “Ew welatên bizavê ji bo damezrandina bingeha serekî ya azadiya keştîvaniyê dikin, divê ji bo berhingarbûna wan qebxwaziyan kom bibin ên ku ev qeware berçav dike”.

Austin ku di serdanekê de ji bo Behreynê ku mêvandariya keştiyên Amerîkayê li Rojhilata Navîn dike ragehand, “Welatên ku tevlî vê hevpeymaniyê bûne ev in; Brîtanya, Behreyn, Kanada, Fransa, Îtalya, Holanda, Norwêc, Sîşêl û Spanya”.

Amaje da wê yekê jî ku, dê li başûrê deryaya Sor û kendavê Edenê çalakiyên hevpar bikin.

Austin herwesa got, “Ev qebxwaziyeka navdewletî ye û pêdivî kiryarên bikom e, lewma jî îro ez destpêkirina “operasiyona zêrevanên jiyarxweşiyê” radigehînim, ku pêşengiyeka giring a nû ya ewlehiya pirneteweyî ye”.

Piştî şerê Israîl û Hemasê, Hûsiyan çend êrîş kirine ser keştiyên deryaya Sor, xwe bi dron û moşekan jî êrîş kiriye ser Israîlê.

Tenê çend seetan berî ragehandina Hevpeymaniya Amerîkayê, Hûsiyan ragehand, ku bi dronan êrîş kiriye ser du keştiyên barhelgir li deverê.