Li Diyarbekirê bihayên meywe û sebzeyan ji sedî 120 zêde bûne

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Ji ber bandora zêdebûna buhayên sotemeniyê, her ku diçe buhayên sewze û fêkiyan li Diyarbekirê jî zêde dibin. Bazarvan radighînin ku, di nav çend mehên dawî de buhayên sewze û fêkiyan ji % 20, ji par ve jî % 120 zêde bûn e û şênbûna berê ya li bazaran nemaye. Welatî jî, ji ber guherîna rojane ya buhayan, bi gazind in.

Li Diyarbekirê, buhayên fêkî û sebzeyan ku dezgehên bazaran şên û rengîn dikin, her ku diçe zêde dibin. Ev yek jî di serî de bandoreke neyînî li bazarvanan dike ku êdî kar û zerara wan hev û din dernaxe. Bazarvanên navçeya Yenîşehîrê ya Diyarbekirê diyar dikin ku hefte bi hefte buha zêde dibin lê ew dîsa jî hewil didin ku berhemên xwe bi erzanî bifiroşin.

Bazarvan Sedat Oruk: “Piştî vê hilbijartin û sersalê, dê buha hîn zêdetir bibin. Em qevdek şînahî bi 5 lîreyan difiroşin lê belê lêçûna xwe dernaxe. Em niha jî marolekê didin bi 10 lîreyan. 2 lîre kirîna wê ye. Dema tu dinihêrî çapa wê heye, gubreya wê heye, avdaniya wê heye, heqê îcareya erdê wê heye. Di rewşên asayî de heqê marolê divê 20 lîre be.”

Li gorî agahiyên ku ji aliyê bazarvanan ve hatin parvekirin, hin berhemên ku li nav zeviyan bi 5 lîreyan bin; heta digihîjin ser dezgehên wan, digihîjin 30 lîreyan. Welatiyên ku li hember buhayên zêde matmayî ne, ji buhayên zêde bi gazinc in û çareseriyekê dixwazin.

Welatî Sureya Coşkûn: “Berê em dihatin, kîloya firingiyan bi 2 lîreyan bû, bi 3 lîreyan bû. Niha bi 10 lîreyan e, bi 25 lîreyan e bi 30 lîreyan e. Ez niha bi 600 700 lîreyan têm bazarê, dan û stendinê dikim jî tiştek tuneye. Kîloya kartolan bi 15 lîreyan e, bi 17 lîreyan e, bi 20 lîreyan e. Lîmon bi wî awayî, alûc bi wî awayî, her tişt buha ye.”

Ji ber zêdebûna buhayê sotemeniyê, bandoreke neyînî li bazara sebze û fêkiyan a Diyarbekirê dibe. Buhayên ku di nav çend mehên dawî de ji % 20 zêde bûne, rêjeya dan û stendinê gelek kêm kiriye. Daxwaza xelkê jî ew e ku buhayên xwarinan werin erzankirin.