Li Diyarbekirê hejmara qezayên trafîkê du qatan zêdetir bûye

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li gorî daneyên Gerînendehiya Ewlekariya Tirkiyeyê, li Diyarbekirê rûdana qezayên trafîkê li gorî sala borî %100 zêdetir e. Pisporên ajokariyê balê dikêşin ku sedema pirraniya qezayan ajokar in û divê ajokar baldar bin û pabendê rêgezan bin.

Li Diyarbekirê tevî hemû hişyarî û bergiriyan rûdanên qezayêbn trafîkê, her ku diçe zêdetir dibin. Li gorî daneyên Gerînendehiya Ewlekariya Tirkiyeyê, sala borî li Diyarbekirê 2424 qezayên trafîkê rû dane, lê îsal hejmara qezayên trafîkê bûye 6015 û îsal di qezayan de 44 kesan li Diyarbekirê jiyana xwe ji dest dane, 5142 kes jî birîndar bûne.

Pisporên ajokariyê balê dikêşin ku her çiqas bergirî tên zêdekirin, xalên pişkinînê tên zêdekirin û hişyarî tên dayîn dîsa jî pêşî li buyeran nayê girtin ku divê ajokar baldar bin.

Mamosteyê Ajokariyê Mehmet Yildirim ji K24ê re got: “Ji %90ê qezayan de, berpirsiyarî ya ajokaran e. Divê ajokar baldar bin. Bêxew dikevin trafîkê û lezê dikin. Dema bêxew bin û lezê jî bikin ev yek dibe sedema qezayan û mirin jî çêdibin.”

Di dibistanên moleta ajokariyê de jî, şertên wergirtina moleta ajokariyê her ku diçe zêdetir dibin û wek berê bi hêsanî moleta ajokariyê nayê dayîn. Sedem jî ew e ku rê li ber wan kesên ajokariyê de kêmasiyên wan hene derkevin trafîkê were girtin. Bi vê yekê tê xwestin hejmara qezayan were kêmkirin.

Abdulkadîr Ataş dibêje: “Ji bo ku bibim ajokarek baş û moleta ajokariyê bistînim têm dibistana ajokariyê. Berê wergirtina moleta ajokariyê gelek hêsa n bû; lê niha ezmûn hene û ezmunên wan gelek giran in.

Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê ji bo ku pêşî li qezayan were girtin, sizayên binpêkirinên rêgezên trafîkê zêde kirine û sala bê bihayê sizayên bi pere %58.46 zêde dibin.