Weşanger û nivîskarên Kurd: Pêşangeha Pirtûkan a Diyarbekirê serkeftî û rengîn bû

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê Pêşangeha Pirtûkan a ku 9 rojan dom kir bidawî bû. Pêşangeha ku piştî 4 salan hatî li darxistin rastî eleqeyeke baş hat û b teybetî îsal weşanger û nivîskarên kurd amajekirin ku pêşangehek serkeftî û rengîn bû.

Pêşangeha Pirtûkan a Diyarbekir a ku ji sala 2019an ve nedihat li darxistin 16ê berfanbarê de deriyên xwe vekirin û 24ê berfanbarê de bidawî bû ku îsal pêşangeh rastî eleqeyeke baş hat. Di pêşangehê de 350 nivîskaran û 120 weşanxaneyan cih girtin. Amadekarên Pêşangehê amaje kirin ku Diyarbekirê careke din nîşan da ku navendeke girîng a çand û hunerê ye.

Gerînendeyê Qada Pêşangehê Welat Ektîrîcî ji K24ê re got: “Bi rastî ez dikarim bejim ku îsal pêşangeha pirtûkan gihîşt armanca xwe. Em bi ser ketin. Diyarbekira ku her dem pêşengiya çand û hunerê kiriye îsal jî di vî warî de roleke girîng leyîst.”

Di pêşangeha pirtûkan a îsal de weşanxane û nivîskarên kurd ciheke girîng girtin. Weşanger û nivîskarên kurd dan zanîn ku pêşangehê de hat dîtin ku xwendin û nivîsîna kurdî her ku diçe zêde dibe û Pêşangeha Pirtûkan a Diyarbekir di vî warî de pêşengiyeke girîng dike.

Nivîskar Behîce Dînçer got: “Ez gelek keyfxweş im ku vê pêşangehê de beşdar im û min dît pêşwaziyeke baş bo pirtukên kurdî hebûn.”

Weşanger Songul Keskîn diyar kir: “Ji xwe dema navend Diyarbekir be ne tiştek derasayî ye ku pêşwazyek evqas baş hebe. Ji xwe tişta ku divê bibe ev e. Diyarbekir cihek teybet e. Herdem di vî warî de ezmunek baş daye.”

Di sala 2019an de 175 hezar kesan serdana pêşangehê kiribûn, îsal hejmara kesên serdan kirîn ji 300 hezarê zêdetir e ku di zêdebûnê de eleqeya bo kurdî roleke girîng dilîze.