Ji welatên Ewropayê nexweş tên nexweşxaneya Zankoya Dîcleyê

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Nexweşxaneya Zankoya Dîcle di salekê de 40 hezar neştergerî hatin kirin, bi 5 avahiyên nexweşiyên cuda nexweşxaneya Zankoya Dîcle ketiye nava 10 nexweşxaneyên zankoyan ên herî baş de ku heta ji derve jî gelek nexweş berê xwe didin dîcleyê.

Diyarbekir di qada tendirustiyê de her ku diçe pêş dikeve û di vê pêşketinê de roleke girîng a Nexweşxaneya Zankoya Dîcleyê heye. Nexweşxaneya Zankoya Dîcleyê de bi teknolojiya pêşketî xizmet tê dayîn û îsal de bi xebatên xwe Nexweşxaneya Zankoya Dîcle li tevahiya Tirkiyeyê ketiye nava 10 nexweşxaneyên zankoyan ên herî baş de.  Rêveberên Nexweşxaneya Zankoya Dîcleyê amaje dikin ku ew bi hijmareke zêde emeliyatên girîng dikin û pirraniya wan jî serkeftî ne.

Serbijişkê Nexweşxaneya Zankoya Dîcle Profesor Mehmet Ata Akil ji K24ê re got: “Me di nava sala 2023yan de li Nexweşxaneya Zankoya Dîcle 40 hezar emeliyat kirine û pirraniya van emeliyatan jî emeliyatên giran in. Her wiha me deh hezar emeliyatên anjiyo kirine. Neqla organan jî li nexweşxaneya me heye, îsal bo 15 kesan neqla kezeba reş hat kirin.”

Bijişkên Nexweşxaneya Zankoya Dîcle didin zanîn ji ber xebatên wê yên serkeftî û derfetên pêşketî ji derveyî Diyarbekirê jî gelek nexweş bo şefayê berê xwe didin Nexweşxaneya Xankoya Dîcleyê.

Bijişkê Zankoya Dîcle Profesor Zafer Pekkolay dibêje: “Nexweşxaneya me de geştiyariya tendirustiyê heye ku berê ji Diyarbekir nexweş diçun rojavayê Tirkiyeyê niha ji rojava nexweş tên.”

Ji ber ku di dermankirina nexweşînên giran de serkeftinên girîng bi dest xistiye navê Nexweşxaneya Zankoya Dîcle ji sînoran jî derbas kiriye û heta ji welatên Ewropa jî nexweş berê xwe didin Nexweşxaneya Zankoya Dîcle.

Nexweşê ku ji Hollandayê hatî Berat Korkmaz got: “Ez ji Hollandayê hatime ku li Nexweşxaneya Zankoya Dîcle şefayê bibînim. Ez nexweşê penceşêrê me. Min bihîst ku li vê derê bi rêbazên cawaz tên bikaranîn. Heta niha baş diçe. Hêvî dikim baş bibim.”

Sala borî 1 milyon nexweş li vê derê hatin dermankirin ku îsal ev hejmar gihiştiye 1 milyon û 2 hezar kesan ku hejmara dermankirina nexweşan sil bi sal zêdetir dibe.