Peymangeha Arya piştî erdhejê careke din deriyê xwe li pêş zarokên Cindirêsê vedike

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Cindirêsê ya herêma Efrînê, pişt erdheja 6ê Sibatê careke din jiyan hêdî hêdî lê vedgere, niha Peymangeha Arya careke din deriyê xwe vekiriye û zarokan fêrî muzîk û şêwekariyê dike.

Zarokên Cindrêsê li vê Peymangeha Arya fêrkirina hunerê, fêrî staran û awazên kurdî dibin û li beşeke din ya peymangehê jî fêrî wênekêşiyê dibin.

Xwendekar Sîlvana Henan ji K24ê re got: “Ez hatim peymangeha Arya ji bo fêrî tembûrê bibim, tembûra kultûra me ye û meraqa min pir li ser heye. Muzîk li cem min wek behreyekê ye û li peymangehê min dît ku dengê min jî xweş e.”

Peymangeha Aryra li bajarokê Cindrêsê di sala 2011an de hatibû vekirin û di salên dawiyê de rastî gelek zehmetiyan hatibû, ji wan jî erdheja 6ê Sibatê ku di encama wê de hejmarek xwendekarên wê bûn qurbanî, peymangeh hatibû girtin, lê niha careke din deriyê xwe li pêş xwendekaran vekirî ye. 

Rêveberê Peymangeha Arya Mihemed Ebdilrehman dibêje: “Piştî erdhejê, peymangeh zêdetir ji sê mehan rawestiya, ji berk u gelek ziyan gihîştibû avahiya peymangehê, lê di pişt re me peymangeh nûjen kir û em çalakiyên xwe tê de dikin. Me destpêşxeriyek jî kir ku zarokên endamên malbatên wan di erdhejê de bûne qurbanî, yan ew bi xwe sêwî mane, bi beramberê fêrî muzîk û wênexêziyê bikin. Gelek zarok li peymangehê hene behremend in û hêvî dikin ku bi pêş ve biçin.”

Peymangeha Arya pêşwaziya zarokan ji temenê 6 salî û heta 18 saliyê dike û wan fêrî jenînkirina alavên mûzîkê yên cuda dike û bi taybetî tembûrê dike ku taybetmendiya wê li cem xelkê Efrînê gelek e.