Nasir Herkî: Eşkere ye komên neqanûnî kî ne lê çi kesek ji wan nayê girtin

Nasir Herkî
Nasir Herkî

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekê Lijneya Ewlehî û Bergiriyê ya gera pêştir a Perlemana Îraqê dibêje: Ew komên neqanûnî yên ku êrîşî Herêma Kurditanê dikin diyar û eşkere ne. Herwesa amajeyê dide, gelek caran di lêkolînan de bikerên wan jî hatine diyarkirin lê Hikûmeta Îraqê nekariye wan bigire.

Îraq welatê milîşyayan e, ew dewlet e ya ku amade ye mûçeyên fermanberên herêmeka destûrî ya welatê xwe bibire, lê budceyeka zêde dide wan komên çekdar ên neqanûnî ku bi dronan êrîşî Herêma Kurdistanê dikin.

Endamekê Lijneya Ewlehî û Bergiriyê ya gera pêştir a Perlemana Îraqê Nasir Herkî ji K24ê re ragehand, “Ew komên neqanûnî yên ku êrîşî Herêma Kurditanê dikin diyar û eşkere ne”.

Herwesa got, “Gelek caran di lêkolînan de bikerên wan jî hatine diyarkirin lê Hikûmeta Îraqê nekariye wan bigire”.

Êrîşên komên çekdar li ser Herêma Kurdistanê çi behane nînin, hemî behaneyên ku gelek caran ji bo êrîşkirina li ser Herêma Kurdistanê tên girtin ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tên redkirin ji ber ku ne rast in.

Şarezayê siyasî Xanim Abid ji K24ê re got, “Komên çekdar ji aliyê desthelatdarên bilind ên Îraqê ve tên piştevanîkirin ji ber ku ew di ser hikûmetê de ne”.

Piştî êrîşa komên çekdar ên neqanûnî ya bi dronan bo ser bingeheka Pêşmergeyan li parêzgeha Hewlêrê û piştî peyam û haydariya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di vî warî de, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî dezgehên ewlehiyê raspartin ku lêkolînan li ser wê êrîşê bikin.