Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji gel û hikûmeta Japonê re dixwaze

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de, sersaxî ji malbatên qurbaniyên erdheja Japonê re xwast.

Serokwezîrê Mesrûr Barzanî ji ber erdheja Japonyê, îro peyameke sersaxiyê li tora civakî “X” belav kir û tê de ragihand, “Ez ji ber karesata qurbaniyên erdheja duhî li Japonê, gelek xemgîn im. Sersaxiyê ji gel û hikûmeta Japonê re dixwazim.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di berdewamiya peyama xwe de got: "Japon dost û hevkareke bihêz a Herêma Kurdistanê bûye. Em di vê dema dijwar de bi Japonê re hevsoz in.”

Li bajarê Ishiwaka yê Japonê saet di 10.10’an de li gorî dema Hewlêrê erdhejek bi hêza 7.6 li ser pîvera Rîchterê rû da, di erdhejê de jî, 74 kesan canê xwe jidest dan.