John Bolton: Berdewamiya êrîşan li ser otonomiya Herêma Kurdistanê dibe gef

John Bolton
John Bolton

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê pêştir ê Civata Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê amajeyê dide, eger êrîşên komên çekdar berdewam bin, rewşa Îraqê dê zêdetir aloz bibe û dê li ser otonomiya Herêma Kurdistanê jî bibin gef.

Îro (Pêncşem, 4ê Çileya 2024ê) Şêwirmendê pêştir ê Civata Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê John Bolton taybet ji K24ê re ragehand, “Hemî aloziyên devera Rojhilata Navîn girêdayî “Ayetulahan” in û siyaseta Îranê heta demeka dirêj ron nebû, lê ji ber êrîşên Hemasê bo ser Israîlê li 7ê Cotmeha 2023ê, siyaseta Îranê li deverê bi temamî ron bûye, niha jî bizav her ji bo wê armancê li Îraq û Sûriyeyê û cihên din jî tên kirin”.

John Bolton amaje da wê yekê jî ku, “Hindek ji wan aloziyên li Rojhilata Navîn çê dibin ku Îran li pişt wan e girêdayî asayîbûna peywendiyên navbera Israîlê û welatên Erebî ne”.

Navbirî behsa wê yekê jî kir ku, “Îdareya Joe Biden amade nîne ji bo rawestandina êrîşên komên çekdar li ser bingehên serbazî yên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û Îraqê haydariyê bide Ayetulahan”.

Herwesa got, “Bersivên Amerîkayê ji bo komên çekdar rasterast ji bo bergirîkirin û parastina Pêşmergeyan nebûne”.

Şêwirmendê pêştir ê Civata Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê tekez jî kir ku bersivên Amerîkayê û Hevpeymanan bo komên çekdar û “Ayetulahan” lawaz bûn û heta niha helwesta Amerîkayê di astê pêdivî de nîne ku bikare rêyê li pilan û armancên “Ayetulahan” bigire.

Bolton pêdivî jî zanî ku zêdetir givaştin li ser Hikûmeta Îraqê bê kirin û ji aliyê Amerîkayê û Hevpeymanan ve bê paldan û nabe paşeroj û çarenivîsa wî welatî bikeve destê komên çekdar ên girêdayî Îranê.

Şêwirmendê pêştir ê Civata Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê bal kişand ser wê yekê jî ku, eger rewş bi vî rengî berdewam be û komên çekdar neyên kontirolkirin, rewş bi rengekê giştî li Îraqê dê zêdetir aloz bibe û bi “melayên Îranê” jî nayê kontirlkirin û li ser Herêma Kurdistanê jî metirsî ye, ji ber ku ew devera Îranê li Îraqê kontirol kiriye dê berfirehtir bibe û dê li ser wê otonomiya li Herêma Kurdistanê jî heye bibe gef.

Şemiyê, 30ê Berçileya 2023ê, seet 11:45 ê şevê, bi du dronên bombekirî êrîşî bingeheka hêzên Pêşmergeyan li sinorê Pîrmam-Hewlêrê hat kirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de got, “Çi zirarên canî ji wê êrîşê çê nebûne, tenê zirarên madî hene”.