Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Awusturyayê li Îraqê dike

Serok Barzanî û Andreas Nasi
Serok Barzanî û Andreas Nasi

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî îro (Duşem, 8ê Çilleya 2024ê) li Pîrmamê pêşwaziya Balyozê nû yê Awusturyayê li Îraqê Andrea Nasi kir.

Di wê hevdîtinê de, Balyozê Awusturyayê dilxweşiya xwe ji bo hevdîtina Serok Barzanî diyar kir û behsa peywendiyên dîrokî yên navbera gelê Kurdistanê û Awusturyayê û pêşxistina peywendiyên navbera her du aliyan ji aliyên diplomatî û çandî û aborî ve kir.

Di pareka din a wê hevdîtinê de, Serok Barzanî destpêkirina karî li Balyozê nû yê Awusturyayê pîroz kir û daxwaza serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwast, herwesa behsa peywendiyên dostane û dêrîn ên navbera gelê Kurdistanê û gelê Awusturyayê yên kevin û yên niha kir.

Herwesa Serok Barzanî pêşwaziya bizavên pêşxistina peywendiyên navbera her du aliyan li ser astê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî bi gelê Awusturyayê re kir.

Rûdanên van dawiyan ên Îraqê û girjî û aloziyên deverê bi giştî tewerekê din ê vê hevdîtinê bûn.