Şivan Îbrahîm: Revandina zarokan pêla koçberiyê li Rojavayê Kurdistanê bileztir dike

Şivan Îbrahîm
Şivan Îbrahîm

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber rewşa xirab a Rojavayê Kurdistanê ji aliyê aborî û ewlehiyê ve, xelk berdewam koçber dibe. Li gor zanyarên K24ê, hejmara ciwanan li Rojavayê Kurdistanê gelek kêm bûye.

Li ser vê mijarê, nivîskar û vekoler Şivan Îbrahîm ji Qamişloyê bû mêvanê K24ê û bersiva çend pirsyarên Cemal Batun da.

Şivan Îbrahîm Qamişlo kir nimûne û got, “Ew xurtên ku li Qamişloyê mane jî dema xwe hemiyê bi vexwarinên enerjiyê û nergîlê û tiştên wesa ve winda dikin, ev bi xwe nexweşiyek e û ez bi rêya K24ê zengila metirsiyê lê dixim, ji ber ku rêjeyeka mezin ji nexweşiyên mêraniyê dê di demeke nêzîk de li vî welatî peyda bibin”.

Herwesa amaje da, “Rêjeya ciwanan a ku li vî welatî maye jî diyar nake, em nikarin bibêjin çi qasî rêjeya ciwanan li vî welatî maye ji ber ku çi amarên fermî nînin. Lê min bi xwe li sala 2017ê lêkolîneka meydanî li ser mijara koçberiyê çê kiribû, wî çaxî 45-50% ciwan koçber bûbûn, ji xwe ji 2017ê heta niha rewş hezar carî xirabtir bûye, lewma em dikarin bibêjin ku rêje gelek bilind bûye û ev tişt di dawet û tazî û sûkan û merasîman de diyar e.

Zêdetir jî got, “Rêjeyeka herî herî nizim a ciwanan li vî welatî maye û bi baweriya min ciwanên mayî jî ji xwe re li rêyan digerin ku koçber bibin. Ên ku mane jî belkî ji ber daybabên xwe mane an jî karekê taybet dikin û nikarin zû zû dev jê berdin”.

Navbirî bal kişand ser bandora vê yekê jî, “Bandora nemana ciwanan li welatî li ser civakê eşkere ye, ji bo nimûne dawetek an taziyek çê bibe, deh xurt di nav de nînin ku karûbarên wan bi rê ve bibin. Li ser asta neteweyî û aborî û siyasî û hwd. bandoreka gelek xirab dileyize. Ji bo mînak, nifşê ku niha karê siyasî dike zêdetir 60 salî ye, enerjiya wan zêde nemaye û ev tiştekî normal e. Dema ciwan nebin, ew partî jî dê bibin extyar û dê bimirin”.

Amaje da rewşa aborî jî û got, “Li ser asta aborî jî, dema dikandarek nekare sê xurtan peyda bike ku arîkariya wî bikin, ew jî nikare karê xwe berdewam bike. Kesên ku niha kar dikin, piraniya wan di ser 40 saliyê de ne”.

Şivan Îbrahîm bal kişand ser rêyên koçberiyê jî û got, “Ji ber ku koçberbûna bi balafiran bibiha ye, piraniya xelkî bi rêyên bejahiyê derdikevin û her sal gelek ciwan li nav daristanan dimirin.

Li dawiyê jî tekez kir, “Sedemeka nemana ciwanan li Rojavayê Kurdistanê revandina zarokan e. Gelek kes ji ber zarokên xwe ditirsin, revandina zarokan bandoreka mezin heye ku lezgînkirina pêla koçberiyê zêde bibe”.