Amerîka bidarvekirina çar ciwanên Kurd ji aliyê Îranê ve şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîsîngeha Şandiyê Taybet ê Amerîkayê ji bo Karûbarên Îranê di peyamekê de bidarvekirina wan her çar ciwanên siyasî yên Kurd ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê ne bi tundî şermezar dike, ku doh ji aliyê Îranê ve hatine bidarvekirin.

Nivîsîngeha Şandiyê Taybet ê Amerîkayê ji bo Karûbarên Îranê li ser tora civakî ya Xê belav kiriye, “Bidarvekirina wan her çar ciwanên Kurd wê rastiyê diyar dike ku Îran bi rengekê eşkere mafên mirovan piştguh dixe, Amerîka jî dê li ser wê yekê berdewam be ku Îranê wekî berpirsyara binpêkirina mafên mirovan bide nasandin”.

Herwesa amaje daye, “Li dû wan raportên bi dest me keftine, ew her çar ciwanên Kurd bi tundî hatine eşkencedan û dadgehkirina wan jî nedadperwerane bû”.

Malpera Desthilata Dadwerî ya Îranê doh (Duşem, 29.1.2024) ragehand, “Cezaya bidarvekirinê li ser 4 kesên bi navê Muhsen Mezlum, Mihemed Feramerzî, Wefa Azerbar û Pijman Fatehî îro seet 05:00 li zîndana Qizilhesarî hat bicihanîn”.

Muhsen Mezlûm ê 27 salî ji Mahabadê, Mihemed Feramerzî yê 28 salî ji bajarokê Dewlanê yê parêzgeha Sineyê, Wefa Azerbar ê 26 salî ji Bokanê û Pijman Fetehî yê 29 salî jî ji bajarê Kamêranê yê Rojhilatê Kurdistanê ye.

Li gorî zanyarên Rêxistina Hengawê ya Mafên Mirovan li Rojhilatê Kurdistanê, ev 19 meh in ku ew her çar ciwan girtî ne û ji mafê parêzeriyê bêpar bûn. Tenê pêr (Yekşem, 28.1.2024) ji bo cara yekê û dawiyê rê bi malbata wan hat dayîn ku kurên xwe li zîndana Ewînê ya Tehranê bibînin û piştre rasterast, ji bo bicihanîna cezaya bidarvekirinê, ji bo zîndana Qizilhesarê ya bajarê Kerecê hatin veguhastin.

Şaxa 26ê ya Dadgeha Tehranê bi tometa “hebûna pêwendiyên sêxuriyê bi Mossada Îsraîlê” re, roja 18ê Îlona 2023an cezaya bidarvekirinê li wan her çar girtiyên siyasî yên Kurd birîbû.

Lê rêxistina Hengawê dibêje, li gorî pîvanên navxweyî yên Îranê jî, kêmtirîn pîvanên dadgehkirineka şefaf û dadperwerane di dosyeya wan de nebûn û mafê wan ê xweparastinê nebû, ji ber wê jî di dosyeya tomtbarkirin û darizandina wan de nezelalî heye.

Herwiha malbatên wan 4 ciwanan jî tohmetên Desthilata Dadwerî, dadgeh û hêzên ewlehiyê yên Îranê red kirin ku destê kurên wan di sîxuriyê de hebe.

Ciwana Teymesî ku hevjîna Muhsen Mezlûm e got, malbatên wan çar ciwanan ev 19 meh in ji hevdîtina kurên xwe hatine qedexekirin û tometa sîxuriya Mossadê jî sînaryoyeka hêzên ewlehiyê yên Îranê ye.

Herwiha got, ew her çar ciwan di çend mehên zindanê de û di bin eşkenceyên giran de, neçar bûne ku li wan tometan mikur bên û li televîzyonên Îranê weşandin, da ku biryara dadgehê veşêrin.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, ew çar ciwanên Kurd endamên Komeleya Şoreşgerê ya Kurdistana Îranê bûne û roja 22ê Hezîrana 2022ê li gundê Yengeceyê yê ser bi devera Somaya Biradostê ya parêzgeha Urmiyê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibûn girtin.