Xalid Ehmed: Komên çekdar Hikûmeta Îraqê ji bo ecêndayên xwe bi kar tînin

Xalid Ehmed
Xalid Ehmed

Navenda Nûçeyan (K24) - Rewşa siyasî ya Îraqê roj bi roj zêdetir dikeve bin bandora hêz û komên çekdar û roj bi roj hejmona Îranê li ser Îraqê diyartir dibe. Şirovekarekê siyasî jî di vî warî de dibêje, “Ev zirareka mezin digehîne Îraqê û peywendiyên wê”.

Şirovekarê Siyasî Xalid Ehmed ji K24ê re got, “Hêz û komên Şîeyan ên siyasî û çekdarî di arêşeyeka rêberî û siyasî de ne, ji aliyekî ve desthilatdar in û divê xizmeta xelkî bikin û ji aliyekî jî ve dilsozên şoreşa Îslamî ya Îranê ne”.

Wî şirovekarê siyasî got, “Di navbera van her du tiştan de, ew keftine di arêşeyeka siyasî da ka çawa serederiyê di birêvebirina Îraqê bi rengekê giştî, peywendiyên xwe yên navdewletî û bi hêzên hevpeymanan re û bi taybetî Amerîkayê re bikin”.

Xalid Ehmed herwesa got, “Ev arêşe zirareka mezin digehîne Îraqê û peywendiyên wê, herwesa zirarê digehîne birêvebirina dewleta Îraqê jî ku wekî pêdivî nikare li astê baweriya xelkê Îraqê be, xizmetkariyên pêdivî bigehîne xelkî û ewlehî û seqamgiriyeka siyasî li Îraqê peyda bike”.

Navbirî amaje jî da, “Komên çekdar Hikûmeta Îraqê wekî alavekî ji bo ecêndayên xwe yên siyasî û taîfî û wekî dilsoziyek ji bo şoreşa Îslamî ya Îranê bi kar tînin, ne wekî pareka hêzên ewlehiya Îraqê”.

Wî tekez jî kir, “Ev arêşeyeka herî mezin ji bo hikûmetê çê dike, herwesa arêşeyan hem di navbera Şîeyan û pêkhatên dî yên Îraqê wekî Sune û Kurdan de çê dike, hem jî di navbera komên Şîeyan bi xwe de jî çê dike, ji ber ku duberekî di navbera wan bi xwe de jî heye”.

Xalid Ehmed di pareka dî ya gotinên xwe de got, “Pabendnebûna li ser destûr û dezgehên desthilatê li Îraqê û bikaranîna van hêzan wekî alavek ji bo givaştinê li ser hikûmetê û perlemanê û hêz û aliyên siyasî û heta li ser xelkê Îraqê bi xwe jî, metirsiyeka mezin li Îraqê peyda dike ji ber ku Îraq û dever niha di kawdanekê gelek hestyar re derbaz dibin”.