Di 5 salên dawî de zêdetir ji 2 milyon kesan ji Stenbolê derketine

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Welatiyên li Stenbolê ji ber tirsa erdhejê û xema debara jiyanê êdî naxwazin li Stenbolê bijîn û koç bo bajarên din ên Tirkiyeyê dikin. Li gor Saziya Amarên Tirkiyeyê TÛÎKê di pênc salên dawî de du milyon û dused hezar kes ji Stenbolê koç kirine û berê xwe dane gund û bajarên din ên Tirkiyeyê. Dewlemendên Îranî, Misrî û Ukraynî dibin şûngirên wan.

Bihabûna debara jiyanê û tirsa erdhejê dibe sedema koça welatiyên li Stenbolê. Digel ku nifûsa Tirkiyeyê li gor sala borî ji 85 milyon û 372 hezaran derbas kiriye, nifûsa Stenbolê 252 hezar û 27 kes kêm bûye. Hin welatiyên Tirkiyeyê diyar dikin ku, sedema sereke ya koça welatiyan ji Stenbolê bihabûna heqê kirêyan e.

Welatî: “Heke em ji vir biçin xweş dibe bi rastî. Ez li vir dijîm lê xelkê Kirşehîrê me. Ez pereya ku li vir didim heqê kirê, dikarim li bajarê xwe di vîllakê de bijîm. Min pir dixwest ji vir biçim lê ji ber pîşeya xwe ya karê reklamê neçarim bimînim.”

Tirsa erdhêja Stenbolê ku tê çaverêkirin di salên nêzik de rû bide sedemaka din a koça welatiyan e.

Welatî: “Bêgûman rewş û hejmara xaniyên Stenbolê û tirsa erdhejê dibe sedem ku xelk ji vir biçin. Li Stenbolê hajmareke zêde xanî hene divê werin rûxandin û li şûna wan yên nû werin avakirin. Ev e jî demeke zêde dixwaze. Ji ber vê yekê jî xelk ditirsin û koç dikin.”

Li gor civaknasan jî êdî ne xelkê ciwan, kesên ku xanenişîn dibin jî êdî naxwazin li Stenbolê bimînin û berê xwe didin gundên xwe daku debara jiyana xwe erzantir bikin.

Civaknas Mustafa Kemal Coşkun dibêje: “Rêjeya nifûsa gundan ji sedî 6.3yê ber bi ji sedî 7ê ve bilind bûye. Wisa diyar e xanenişînên li Stenbolê ku nekarîne debara xwe bikin berê xwe dane gundan. Ew ne ji bo karê cotkarî û ajaldarî diçin gundan. Sedema sereka ya vê koçê aborî ye.” 

Li gor amarên Saziya Amarên Tirkiyeyê TÛÎKê di pênc salên dawî de du milyon û dused hezar kes ji Stenbolê koç kirine û berê xwe dane gund û bajarên din ên Tirkiyeyê.

Pêştir xelk dihatin Stenbolê daku debara xwe bikin. Lê niha ji ber ku nikarin debara xwe bikin ji Stenbolê koç dikin. Stenbol dimîne ji dewlemendên Misrî, Ukraynî û Îranî re.