Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê ji bo çêkirina hejmarên bankan piştevaniya xelkî dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê li ser tora civakî ya Facebookê belav kiriye û daxwazê ji xelkî dike ku hejmarên bankan ji xwe re çê bikin, ji bo ku pereyê wan ji tawanên darayî û dizî û windabûnê bê parastin.

Konsulxaneya Amerîkayê amaje daye, “Xizmetkariyên bankî yên nû şiyana weberhênanê û baweriyê bi xelkê Îraqê zêdetir dikin, herwesa pereyî ji tawanên darayî û dizî û windabûnê diparêze”.

Konsulxaneya Amerîkayê herwesa ragehandiye, “Xizmetkariyên veguhastina pereyî bi rengekê nefermî zirarê digehînin aborên xwecihî”.

Eşkere jî kiriye, “Li dû çend datayên Banka Navdewletî, li sala 2021ê tenê 18.75% ji Îraqiyên di ser jiyê 15 saliyê de hejmarên bankan hebûne, ev jî li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê nizimtirîn rêje ye, ku rêjeya hebûna hejmarên bankan li van deveran 53% ye.

Konsulxaneyê ron jî kiriye, “Bikaranîna pereyê kaş û veguhastina pereyî bi rengekê nefermî ji Îraqê zirarê digehîne aborê wê, ji ber ku dibe sedema kêmkirina rêkxistina darayî ya pêdivî ji bo peydakirina baweriya kompaniyên navdewletî yên navdar ji bo karê biznizê li Îraqê”.

Herwesa gotiye, “Di dema du salên borî de, Hikûmeta Amerîkayê bi Îraqê re kar kiriye, ji bo çêkirina baweriyê bi kertê bankî û çaksazîkirinê bi rêya veguhastina pereyê peywendîdar bi hawirdeyê ve, ku bi rêya bankên Îraqî piştevaniya darayî jê re hatiye dabînkirin”.

Li dawiyê jî ragehandiye, çaksaziyên nû piştevaniya tomarkirina biznizên guncayî dikin û bikaranîna bankên fermî jî zêdetir dikin. Herwesa li dû çend datayên Banka Navendî ya Îraqî, di dema du mehên borî de, tevahiya giştî ya pereyê danayî li nav bankên bazirganî yên Îraqê bi rêjeya 37% bilind bûye. Ji sala 2021ê heta 2022ê, tevahiya giştî ya vekirina hejmarên bankan li bankên Îraqê bi rêjeya 31% bilind bûye.

Pêştir li Herêma Kurdistanê bi pêşengiya Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo pêşvebirina kertê bankî û dîjîtalkirina peredanê, pirojeya Hejmara Min ji bo zêdetirî yek milyon femanber, karmendên hêzên ewlehiyê û xanenişînên Hikûmeta Herêma Kurdistanê çû di warê bicihanînê de, ku ev jî piştbestina bi serederiya kaş kêm dike, çalakbûna hikûmetê û şefafiyetê jî zêdetir dike.