Rojava.. 9 sazî û rêxistinên sivîl êrîşa li ser salvegera koça dawî ya Mela Mistefa Barzanî şermezar kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Neh sazî û komîteyên mafên mirovan li Sûriyê êrîşa li dijî merasîma koça dawî ya Mela Mistefa Barzanî li bajarên Kobanê û Dirbêsiyê yên Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.

Komîteya Kurdî ya ji bo Mafên Mirovan li Sûriyê (RASID), Rêxistina Mafên Mirovan li Sûriyê (MAF), Rêxistina Berevaniya li Girtiyên Ra li Sûriyê (Rewangeh), Rêxistina Kurdî ji bo Mafên Mirovan li Sûriyê (DAD), Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê (Buroya Yasayî), Rêxistina Jinên Kurd a Azad, Hêzên Civaka Sivîl a Kurdistanê, Encûmena Êzidiyên Sûriyê û Komîteya Yasayî ya Hevdîtina Niştimanî ya Demokratîk li Sûriyê bi daxuyaniyeke hevbeş êrîşa li ser salvegera koça dawî ya Mela Mistefa Barzanî li Kobanê û Dêrbêsiyê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Bi dehan kesên rûgirtî yên Rêxistina Ciwanên Şoreşger êrîşî ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriyê li bajarê Kobanî kirin, ku biryar bû koça dawî ya Mela Mistefa Barzanî ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ve lê bihata birbîranî.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, êrîşkeran êrîşî ofîsê kirin û tiştên tê de şikandin û şewitandin û siloganên îxantiyê li dijî endamên partiyên ENKSê û mêvanan avêtin û li wan dan ku di nava wan jin, zarok û kesên bi temen hebûn û hin ji wan birîndar bûn.

Daxuyaniya 9 sazî û rêxistinên mafên mirovan amaje bi wê jî kir, di heman demê de jî, li Dirbêsiyê jî grûpe rûgirtî êrîşî ahenga ENKSê kir û amûrên deng û jenatora ahengê têk dan û siloganên îxantiyê avêtin.

Herwih gotin: “Ji ber vê yekê, em rêxistinên mafên mirovan û sivîl ên ku li jêr îmze kirine, ji kiryarên rêxistina Ciwanên Şoreşger ên li dijî çalakvan û sivîlan dilgiran in û êrîşa li Kobanê şermezar dikin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin jî: “Em êrîşa li ser wan kesên ku bi boneya bîranîna 45emîn salvegera koça dawî ya rêberê dîrokî yê gelê Kurd Mele Mistefa Barzanî, ku di nava gelê Kurd li Sûriyê de weke semboleke mezin a netewî ye û xwedî pêgeheke mezin e, şermezar û rûreş dikin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ev kiryar Ciwanên Şoreşger, binpêkirina eşkere ya yasayên navdewletî yên girêdayî mafên mirovan û azadiya raman û derbirînê û binpêkirina eşkere ya hemû yasayên navdewletî û yasayên asmanî û exlaqî ye. Divê ew bêne dadgehkirin ku rêxistinên mafên mirovan û parêzerên serbixwe yên malbatên mexdûran jî tê de beşdar bin.”

Di dawiyê de hat gotin: “Em bang li saziyên mafên mirovan yên herêmî û navdewletî dikin ku ji bo şermezarkirina vê tawanê ku yek ji rêze binpêkirinên vê rêxistinê ye, çalakiyan lidar bixin û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji vê yekê berpirsyar bibînin.”