Hikûmeta Îraqê Roja Niştîmanî ya Lêborîn û Pêkvejiyanê hilweşand

Papa Francis û Elî Sistanî
Papa Francis û Elî Sistanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Îraqê Roja Niştîmanî ya Lêborîn û Pêkvejiyanê ku dikeve 6ê Adarê hilweşand.

Hikûmeta niha ya Îraqê Roja Niştîmanî ya Lêborîn û Pêkvejiyanê hilweşand, ku dikeve 6ê Adarê û ji aliyê Serokwezîrê berê yê Îraqê Mistefa Kazimî ve hatibû ragehandin û bûbû bêhnvedana fermî.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê Dîlan Berzan ragehand, “Îro li tevaya dezgehên Îraqê dewama fermî ye û nekiriye bêhnvedan. Ev di demekê de ye ku her du salên borî roja 6ê Adarê li sernaserî Îraqê bêhnvedana fermî bû, lê di salnameya hikûmeta niha ya Îraqê de ji bo sala 2024ê ev roja niştîmanî hatiye derxistin û nekiriye bêhnvedan”.

Roja 5ê Adara 2021ê, Papa Francis ê Papayê Vatîkanê serdana Îraqê kir ku çar rojan vekêşabû. Papa Francis di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Îraqê û Herêma Kurdistanê de, roja 6ê Adara 2021ê bi Merceê Bilind ê Şîeyên Îraqê Elî Sistanî re civiyabû.

Piştî civîna navbera Papa Francis û Elî Sistanî, Serokwezîrê berê yê Îraqê Mistefa Kazimî li ser tora civakî ya Xê ragehandibû, “Ji ber civîna dîrokî ya navbera her du cemserên aştî û lêborînê Elî Sistanî û Papa Francis û civîna olan li bajarê Urê, em destnîşankirina 6ê Adarê wekî Roja Niştîmanî ya Lêborîn û Pêkvejiyanê li Îraqê radigehînin”.